Peyama TJA'yê ya sala nû: Ev sal bibe sala serkeftinê 2022-01-01 11:13:54   AMED - TJA'yê di peyama xwe ya sala nû de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Hikûmet dixwazin gel, kevneşopiya civakî ya 14 hezar salî ji bîr bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) peyama sala nû weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin ku hikûmet hewl didin destkeftiyên jinan tine bikin û hat destnîşankirin ku jin wê têkoşîna li dijî vê derxînin asta herî jor.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku ev hemû nirx ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst a li ser esasê desthilatdariya zilam tê hedefgirtin û her tiştên baş û bedew ên civakê afirandiye tê xwestin bê tinekirin. Hikûmetên ku di bin navê 'pêşketinê' de modernîteya kapîtalîst weke tekane bijarde pêşkêşî gelan dikin, dixwazin kevneşopiya civakî ya 14 hezar salî ji bîr bikin.   Bi qîrîna Înanna, bi baweriya Hz. Fatma, bi şîfaya sêrbazan, bi kevneşopiya berxwedanê ya Sakîne Cansiz û bi têkoşîna Garîbe Gezer em ê di rê de bin. Bi vê bawerî û îradeyê em sala nû li hemû gelên bindest û jinên bindest pîroz dikin û dixwazin ev sal bibe sala serkeftinê. "