Hinceta taloqkirina înfazê 'îsraf' 2022-01-01 09:59:32   STENBOL - Lijneya Îdare û Çavdêriya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, biryake din a balkêş da, paqijiya Leyla Akyildiz weke "îsraf" nirxand û înfaza wê cara duyemîn taloq kir.   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe bêtir mafên girtiyan tê binpêkirin. Înfazên girtiyan ji aliyê Desteya Rêveber û Çavdêriyê ve bi hincetên pûç tên taloqkirin. Leyla Akyildiz a ku 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tevî ku înfaza wê di meha îlonê de bi dawî bû jî, 3 mehên din hat dirêjkirin. Leyla keça endama Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz e û Sîmanperî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabû.   Lijneya girtîgehê her roj bi hincetên cuda înfaza girtiyan taloq dike. Ji bo Leylayê jî hinceta "Pandemiyê kiriye hincet û di lêçûnên giştî de zêde îsrafê dike, wek bikaranîna elektrîk û avê. Her tim koguşê xwe paqij dike" nîşan da înfaza wê taloq kirin. Her wiha hat diyarkirin ku "Poşmanî" li Leylayê tê ferzkirin.    Her wiha derbarê 28 girtiyan di nav de Fatma Tokmak a nexweş û Leyla jî heyî bi hineceta govend gerandine û stran gotine cezayê disîplînê hatibû dayîn. Girtiyên jin serî li Dadgeriya Înfazê a Bakirkoyê dan. Lê dadgeh serlêdana girtiyan red kir. Girtiyên jin carek din serî li li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê dan. Çend girtî di îfadeyên xwe de tevlînebûna Leylayê anibin ziman jî dadgehê cezayê disîplînê ya stran gotin û govend gerandinê di cih de dît.