Ji ber DEDAŞ'ê di deh rojan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2021-12-31 14:37:13   ŞIRNEX - Ji ber DEDAŞ'ê ceyran birî li gundê Nêrwanê yê navçeya Silopiyayê zarokê 4 salî Alî Zorlu ku nexweşiya wî ya kronîk a pişikê hebû û girêdayî cîhazê bû, jiyana xwe ji dest da.   Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li gundê Nêrwanê yê navçeya Silopiya Şirnexê zarokê 4 salî Alî Zorlu ku bi nexweşiya pişikê ya kronîk ketibû û bi cîhazê hilmêjê ve girêdayî bû, ji ber nebûna ceyrana gund, jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Serdozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin. Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) nêzî 2 meh in li gel gundê Nêrwan ceyrana gundên Bedrû, Taxyan, Hevintka û Ovakoyê birîye. Dayika zarok Kubar Zorlû (35) bi gotina "Heke ceyran hebûya, kurê min nedimir" bertek nîşan da.     'Me nobet li ber kurê xwe digirt'   Dayika zarokê di 5’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, Kubar Zorlu, anî ziman ku ji ber tunebûna ceyranê kurê wê jiyana xwe ji dest da û wiha axivî:"Kurê min bi nexweşiya pişikê ya kronîk bû. Kurê min 3 sal û 3 meh bûn girêdayî cîhazê dijî. Roj nebû ku ceyran nediçû. Ji ber ku her tim ceyran qut dibû, her şev min û hevjînê xwe nobet li ber kurê xwe digirt. Me her şev jeneretor dixebitand. Lê bêhna benzînê jî zirar dida kurê min. Ger îro ceryana me hebûya, dibe ku me ev pirsgêrîk nejiyabûya. Dema ku benzîna jeneretorê xelas dibû min nedizanî çibikim û min bi lez û bez kurê xwe dibir navçeyê. Ceyran tune bû û me ji neçarîya xwe jenerator vedikir. Ew jî ji benzînê bi bandor bû. Bêhn nedigirt. Ji ber bêhna benzînê me nedikarî paceyên mezelê jî vekin. Kurê min pir dixwest ku derkeve derve. Her ku min paceya odeyê vedikir, bêhna benzînê dihat hundir û aciz dibû. Amûra Bipap amûrek ku bi ceyrayê dixebiteye. Dema ku ceyran qut dibû, bi jeneratorê nedixebitî. Demjimêra vî amûrî hebû. Lê ji ber ku ceyran qut bû min nedikarî bi kar bînim. Kurê min deqîqeyek jî bêyî oksîjenê nikarîbû bijî. Kurê min girêdayî cîhazê dijî. Heger ceyran hebûya, dibe ku hewcedarî bi bikaranîna jeneratorê nebûya û kurê min jî nemirî bûya."   'Kurê min ji ber tunebûna ceyranê jiyana xwe ji dest da'    Kubarê, da zanîn ku di gund de gelek zarokên weke kurê wê hene û wiha domand:"Li ser mirina kurê min 20 roj derbas bûn, lê hêj jî ceyran tune ye. Kengî ceyran biçe ez ditirsim. Kurê min tê bîra min. Kurê min ji ber tunebûna ceyranê jiyana xwe ji dest da, lê bila zarokên tu kesên din nemirin. Bila kezeba tu dayikên din neşewite."    'Ji ber tunebûna ceyranê em gelek zehmetiyê dikêşin'    Ji şênîyên gund Leyla Sarûhan (55), jî bertek nîşanî tunebûna ceyranê da û wiha got: "Ceyranên me 2 meh in tune ne. Em di rewşeke xerab de ne. Bi keyfî ceyrana me qut dikin. Çend roj beriya niha zarokekî nexweş ku girêdayî cîhaz bû, ji ber tunebûna ceyranê jiyana xwe ji dest da. Di gund de mirovên astengdar û nexweş hene. Ji ber tunebûna ceyranê em gelek zehmetiyê dikêşin. Heke ceyrana me hebûya îro ev tişt nedihat serê me."   Li aliyê din ji ber birîna ceyranê pitikê bi navê Yûnûs Emre jî di 21’ê Kanûnê de li navçeya Farqînê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû.