Rûken Ehmed: Girîngiya dîplomasiyê ew e ku dengê şoreşê derxîne 2021-12-31 09:01:05     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star, Rûken Ehmed girîngiya kar û xebatên dîplomasiyê nirxand. Rûkenê wiha got:"Wek Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk em dixwazin destkeftiyên jinan ên ku me bi dest xistiye bikin malê tevahî jinan da ku em bikaribin bi hev re bi pergala netewa demokratîk re di nava civakê de guhertinê çêbikin."   Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek kar û xebatên jinan berfireh bû û Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê veguherî şoreşa jinê û deng û rengê wê li tevahî cîhanê belav bû. Jinan di sedsala 21'ê de bi têkoşîn û berxwedana xwe reng, deng û hebûna jinê derxist holê. Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ji van destkeftiyana yek jî dîplomasî ye. Dîplomasî gelek rolên mezin dileyîze. Jin ji bo ku şoreşa xwe bidin naskirin û deskeftiyên xwe biparêzin gelek hevdîtin pêk anîne. Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratik (Dîplomasî) ya Kongreya Star di sala 2016'an de hate damezrandin. Ev yek ji komîteya Kongreya Star e ku gelek rolên mezin di şoreşê de dileyîze. Wek ajansa Jinnewsê ji bo em hîn bêhtir kar û xebatên Dîplomasiyê binasin me bi Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk (Dîplomasî) a Kongreya Star, Rûken Ehmed re hevdîtinek pêk anî.    'Di navbera gelan de têkiliyên demokratîk tên avakirin'   Rûkenê bal kişand ser taybetmendiya dîplomasiyê û girîngiya dîplomasiya jinê wiha nirxand:"Şêwazê dîplomasiyê di sedsala 21'ê de hatiye guhertin. Di dema berê de Dîplomasî tenê têkiliya di navbera dewletan de bû, lê di sedsala 21'ê de ev yek hate guhertin. Rêbaza ku îro bi rêya teknîk û tora civakê ve tê bikaranîn cîhan pir biçûk kiriye loma îro mirov digihêje her kesî. Em dikarin bêjin ku dîplomasiya bi rêya dewletan dihate kirin, kêm ma, lewra îro dîplomasiya civakê jî tê kirin. Di kongreya 8'an a Kongreya Star de me navê xwe guhert û em bûn Têkilî û Tifaqên Demokratîk. Mirov dikare bêje ku di navbera gelan de êdî têkiliyên demokratîk tên avakirin. Di demên borî de gelek şoreş li beramberî faşîzim û desthilatdariyê dihate çêkirin, lê di cih de dihate çewisandin, rê li ber dîplomasiyê dihate girtin. Dîplomasî girîngiya wê ew e ku reng û dengê şoreşê derxîne û ji fetisandinê xilas bike. Em girîngiyê didin ku em şoreşa xwe li tevahî cîhanê bidin naskirin. Em dikarin encax bi têkoşîna xwe qedera xwe bikaribin biguherînin. Ji dîrokê bigire, heta niha ji aliyê jinan ve gelek têkoşînên mezin tên kirin. Di asteke hevkariyê de em dixwazin destkeftiyên jinan ku me bi dest xistiye bixin malên tevahî jinan ku em bikaribin bi hev re bi pergala demokratîk re di nava civakê de guhertin û veguhertinê çêbikin. Piştî şoreşê jî kar û xebatên dîplomasiyê di nava şoreşê de girîng hate dîtin ku em bikaribin li dijî şerê DAIŞ'ê bi ser bikevin, em xwedî li şehîdên xwe derkevin û li cîhanê deng vedin. Tirsên dewletên mezin jî ji xeteriya DAIŞ'ê hebûn. Bê ku şer çêbibe gel dev ji xaka xwe berdida diçû, lê hêza ku li beramberî DAIŞ'ê sekinî û karibû rê li ber xeteriya çeteyan bigire, têkoşîna gel û jinan bû."   'Pergala me bala hemû cîhanê kişand'   Rûkenê bandora kar û xebatên dîplomasîyê ya li ser civak û derveyî welat wiha anî ziman: "Me gelek şoreş di nav hevdu de da meşandin. Şoreşa me şoreşa guhertina hişmendîyê ye. Divê jin çawa beşdarî şoreşê bibe û rolek mezin di nava civakê de bileyîze. Bihara ereban ji Tûnisê dest pê kir û em dikarin bêjin ku tu guhertin bi xwe re neanî, cudahiya şoreşa me ya ji şoreşên din hebû ku gelek şandeyan ji welatên derve serdana şoreşa me kirin û guhertin bi çavên xwe dîtin. Gelek dewlet xwe bi navê demokratîkbûnê bi nav dikin, lê rêjeya jinan di meclîsên wan de ewqas zêde nîne, bi rengê jinê temsiliyeta xwe di meclîsê de xuya nakin. Pergala hevserokatîyê nîne. Pergala me bala hemû cîhanê kişand. Em weke Têkiliya Dîplomasî, me gelek jinên enternasyonalîst beşdarî şoreşa xwe kir û danasîna Şoreşa Rojava hat kirin. Jin bi şoreşê re asta biryara siyasî dikare bide. Bi vê yekê jinan di asta leşkerî, siyasî û civakî de gelek rolên mezin leyîstine. Gelek şande tên welatê me û gelek serlêdan li ser axa me tên kirin. Ji wan şandeyan gelekî film li ser şoreşa me çêkirin û pirtûk nivîsandin. Gelek ji wan tên ji bo ku şoreşa me nas bikin, dimînin û vê ezmûnê ji gelê xwe re parve dikin. Em dikarin bêjin ku têkiliya me domdar e."   'Têkoşîna jinê ya li hember qirkirin û dagirkeriyê mezin e'   Rûkenê diyar kir ku ew, pergala netewa demokratîk di karê xwe de esas digirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Pergala netewa demokratîk ji civakê dest pê dike. Herî zêde nîqaş li ser kar û xebatên mala jinê tên kirin ku alternatîfa dadgehan e. Her wiha li gor pergala me civak xwe bi xwe bi rê ve dibe. Em dikarin bêjin ku dewletên navneteweyî bi îflasê re rû bi rû ne, lê di şoreşên me de rola jinê girîng e û bi rola jinê re gelek pirsgirêk tê çareserkirin. Hemû cîhan pergala me ji xwe re mînak dibîne ji bo ku hevgirtina jinan pêk bînin. Di pergala me de zagona jin û parastina mafê jinê heye. Di demeke ku Rojhilata Navîn di bin navê îslamê de teng bûye, ev girîng e. Têkoşîna jinê li hember hemû qirkirin, dagirkerî û desthilatdariyê ye. Em dibînin gelek jinên pêşeng ji aliyê desthilatdariyê ve hatine hedefgirtin. Her wiha rêbaza ku DAIŞ'ê li dijî jinan dinan meşandin, îro dewleta tirk dimeşîne. Dixwazin bi van kiryaran derbeyekê li şoreşa jinê bidin. Her wiha dixwazin metirsiyekê di nava jinan de ava bikin. Lê em bi karê xwe xwedî li şehîdên xwe derdikevin û destkeftiyên xwe diparêzin. Rejîma Sûriyeyê jî tu mafê jinan nedabû, ev kiryarana hemû cihê nîqaşê ne."   'Em xwe dispêrin dîroka jinê'   Rûkenê têkiliya wan a bi rêxistinên jinan ên cîhanê re wiha anî ziman: "Keda bi salan a têkoşîna tevgera jina azad heye. Jinên ku li ber xwe dane, xwe dispêrin vê dîrokê. Jinên kurd ên mîna Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Sema Yuce û bi dehan jinên têkoşer xwe dispêrin dîroka dewlemend. Qada dîplomasiyê vekirinek mezin li qada Ewropayê çêkir. Kongreya Star di sala 2005'an de bi navê Yekîtiya Star xwe bi rêxistin kiribû û komîteya xwe ya Dîplomasiyê jî di sala 2016'an de bi rêxistin kir. Pêwistî hebû ku dîplomasiya jinê were avakirin, da ku em dengê jinê bigihînin tevahî cîhanê. Saziyên civak, dadgeh, mafê mirovan li Ewropayê hene, loma têkiliya me bi Ewropayê re çêbû. Gelek şandeyan ji Ewropayê jî serdana me kirin. Em îro li Rojavayê Kurdistanê fikra Rêber Apo ya netewa demokratîk pêk tînin. Şandeyên ku dihatin serdana me, rê vekir ku gelek têkiliyên me yên berfireh li Ewropayê çêbibin. Di sala 2019'an de dema êrîş li ser Serêkaniyê pêk hat, li Ewropayê komîte hatin avakirin û gelek kesayetên serbixwe tê de cihê xwe digirtin û bi giştî 35 komîteyan cihê xwe di wê komîteyê de digirtin. Her wiha ji 12 welatan tevlîbûn çêbû. Ev 35 komîte bi dirûşma 'Jin Rojava diparêzin' dest bi pengavê kirin. Ev komîte dema şer ango êrîşek pêk were rola xwe dileyîze. Komîteya me ya enfermasyonê heye. Bi taybet li ser dosyayan kar û xebatê dimeşîne û kiryarên dewleta tirk belge dikin. Li Rojhilata Navîn jî ev du sal in kar û xebat tê meşandin. Endamên Însiyatîfa Rojhilata Navîn bi dirûşma 'Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em bi hev re aştî û aramiyê bidin avakirin' ji 35 rêxistinên jinan pêk tên. Her wiha konferansa 2'yemîn a jinên Rojhilata Navîn hat lidarxistin û em jî endamê wê bûn. Elbet li Rojhilata Navîn jî hin tengasî di aliyê rêxistinbûna jinan de heye loma em zehmetiyê dijîn. Ji bo guhertin û veguhertinekê em panelan li dar dixînin. Ji ber Şewba Koronayê zehmetî di aliyê karê dîplomasiyê de dihate jiyîn, ji ber şande nedikaribûn werin û biçin. Lê weke alternatif me bi rêya onlineyê kar û xebatên xwe bi rê ve dibir, ji bo em karekî hevpar bidin meşandin."   'Me serdana Katalonya, Madrîd, Lubnan û Baskê kir'   Rûkenê serdanên xwe yên herî dawî yên li Lubnan, Katalonya, Madrîd û Baskê kirine wiha nirxand: "Di van demên dawî de me serdana Lubnan, Katalonya, Madrîd û Baskê kir. Her wiha van welatana dawetname jî ji me re şandibûn. Komîteya Dîplomasîyê, Ewropa, Başûr û Lubnanê xwe bi rêxistin jî kirine. Li Lubnanê ji bo xebata Rojhilata Navîn civînek çêbû û nirxandina salê hat kirin. Di wê civînê de armanca me ew bû ku em çiqas pergala xwe li Rojhilata Navîn didin naskirin. Li Ewropayê jî komîtiya me ya bi navê 'Jin Rojava diparêzin' heye. Me li Ewropayê jî xwest ku em çawa kar û xebatên xwe li wir bi rêxistin bikin û pêngavan bidin avakirin. Bask jî dawedname ji me re şandibû ku em serdana wan bikin. Her wiha Katalonya jî beriya vê demekê projeya Rêveberiya Xweser qebûl kiribû, wan jî xwestin têkilîyê bi me re daynin, her wiha berê jî şandeya wan serdana me kiribûn. Li Baskê serdana parlementer, siyasetmedar, rewşenbîr, tevgera jinê hat kirin û komîteya me tevlî pêşangehê bû. Bask bi vê serdanê gelek kêyfxweş bû. Di hevdîtinan de gelek rewşên siyasî hatibû nirxandin. Nêzî 12 rojan Komîteya me li Baskê hevdîtin pêk anîbûn. 4 roj li Katalonya û 4 roj jî li Madritê hevdîtin pêk anîn. Gelek mijarên siyasî û pergal di wan hevdîtinan de hatin nîqaşkirin. Her wiha gelek kooperatîfên aborî jî hatine nîqaşkirin. Di aliye madî, manewî û piştgiriyê de nêrîn dabûn. Ew jî dixwazin weke şandeyekê di meha adarê de serdana me bikin."   'Projeya me ji bo tevahî jinên cîhanê ye'   Rûkenê herî dawî diyar kir ku projeya wan ji bo tevahî civakê ye û wiha bi dawî kir: "Em niha kar û xebatên xwe dimeşînin û armanca me ew e ku em li ser rûyê erdê bidin nîşandan. Em kar û xebatên dîplomasîyê dispêrin civakê. Em çiqas rêxistina jinan û gelê azadîxwaz di raya giştî de nîşan bidin em dikarin bêjin ku em dibin dengê wan. Em di sala nû de jî ji bo azadiya Rêber Apo kar û xebatên nû bidin meşandin. Pêngavên me yên derbarê dagirkerî û qirkirinê de her heye û em ê asta têkoşîna xwe mezin bikin. Di şoreşê de mayina bi tenê destkeftiyên me ji me re nahêle, loma ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin em ê karên mezin bikin û bibin yek. Em ê bi îdayek mezin hevkarîyê bi derdorê xwe re bidin meşandin û projeya me ji bo tevahî jinên cîhanê ye. Jinên cîhanê jî ketine wê ferqê ku divê em şoreşa xwe ji tevahî xeteriyan biparêzin. Em dikarin bi pergala xwe guhertin û veguhertinê di nava civakê de bidin avakirin."