Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 23 roj in didome: Girtiyên nexweş serbest berdin 2021-12-30 15:59:38   WAN - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Wanê di roja 23'yan de dewam dike, endamên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê yên ku nobedê ziyaret kirin banga serbestberdana girtiyan kirin.    "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Wanê dest pê kiribû di roja 23'yan de didome. Endamên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatan kir.    Di serdanê de hevşaredara Serawê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Caziye Duman axivî û got: "Garîbe Gezer û Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Divê rayedar derbarê mijarê de raya giştî agahdar bike. Ti girtî dawî li jiyana xwe nayne. Ji ber şert û mercên girtîgehan bi hezaran hevalên me bi mirinê re rûbirû mane. Li girtîgehan pêkanîn kêyfî heye û di encamê de bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest da. Pêkanînên kêyfî tê wateya îşkenceyê û îşkence li hemberî vîna hevalên me pêk tê. Divê ev zilma ku li girtîgehan pêk tê bi dawî bibe.   Nobeta dayikan didome. Li dijî her cureyên zextan têkoşîna me mezin dibe. Em ê bi her awayî li cem hevalên xwe bin. Em piştevaniya çalakiyê dikin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan."