Girtiya bû şahida kuşina Garîbe ji ber ku nehiştin şahidiyê bike dest bi grevê kir 2021-12-30 15:48:18       STENBOL- Serlêdana Denîz Tepelî ya ku ji bo şahidiyê ji kuştina Garîbe Gezer re bike hat redkirin. Fîgen Yuksekdag ragihand ku Denîz li dijî vê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.   Hevala Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê hat qetilkirin Denîz Tepelî ku bû şahida kuştina Garîbeyê, di 27'ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a li heman girtîgehê girtî ye, diyar kir ku Denîzê ji ber serlêdana wê ya ji bo ku lî dijî kuştina Garîbeyê îfadeyê bide û gilî bike hat redkirin  dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Di nameya ku Fîgen Yuksekdag ji Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) re şandibû de ev agahî hatin dayîn:   "Denîz Tepelî ku bi Garîbe re bi awayekî bi sînor heman hewadarî parve dikir, bi salan li cihê ku jê re dibêjin hucre, mîna qulika betonêye ma. Niha ji bo şahidiyê ji kuştinê re bike di greva birçîbûnê de ye. Li gorî agahiya ku dereng gihaşt ber destê me îfade û giliyê Denîz hatiye redkirin. Denîz a ku bû şahida mudaxaleya dereng, xwest îfadeyê bide. Lê ji ber ku daxwaza Denizê ya îfadeyê bide hat redkirin, Denizê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.    Daraza şahidên derewîn, carek din şahidiya rast red kir. Niha, em têdikoşin ku nehêlin cenazeyek din ji wê korîdora mirinê ya ku tê de tecrîd heye derkeve. Lê her kesê xwedî wijdan divê şahidiya Denîz qebûl bike, ne wisa? Garîbe û girtiyên din, ji bo bi 1-2 kesên din ên deh metre dûrî hev bicivin re, bi zilm û muameleyên taybet re rûbirû diman. Divê em girtiyan fêm bikin. Ji bo fêmkirinê jî divê berdêlek giran neyê dayîn."