DÎB'ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand 2021-12-30 14:23:23       STENBOL - Yekîtiya Bo Demokrasiyê ji bo girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan faks ji Wezareta Dadê re şand.   Yekîtiya Bo Demokrasiyê (DÎB) ji bo siyasetmedara kurd û girtiya bi nexweşiya giran Aysel Tûglûk bê berdan, faks ji Wezareta Dadê re şand. Jinên ku li ber Şaxa PTT'ê ya Sirkecî hatin cem hev li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê beşdaran Ayşe Devecîgolu daxuyanî xwend.   Ayşeyê da zanîn ku 9 pisporên Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê ya Beşa Tiba Edlî diyar kirin ku Aysel Tûglûk nexweşiya wê ya kronîk pêşketiye û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî û got: "Lê belê Tiba Edlî ya Stenbolê jî biryara bila di girtîgehê de bimîne da. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bi helwesteke bi temamî ji exlaqê tibî bêpar cezayên girtiyên siyasî taloq nake. Raporên ku ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn ji aliyê ATK'ê ve nayên qebûlkirin."   'Girtiyên nexweş ji bo mirinê tên hiştin'   Ayşeyê diyar kir ku li gorî lîsteya girtiyên nexweş ku di sala 2020’an de ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye amadekirin, hezar û 605 girtiyên nexweş hene ku 604 jê giran nexweş in û wiha got: “Li girtîgehan girtiyên nexweş ên giran ku nikarin bijîn hene. bi xwe. Girtiyên ku muameleya wan baş nayê kirin, li girtîgehan dimirin. Di Qanûna Înfazê ya 2013'yan de girtiyên siyasî di nava nexweşiyên giran de tên hiştin, bi xala 'Ji bo ewlekariya gele xetereyê nake' li madeya serbestberdana nexweşên giran hat zêdekirin. Mafyayên faşîst ên wek Alaattin Çakici ku bi awayekî vekirî muxalefetê tehdîd dikin, ji ber ku ji bo civakê tehdîda ewlehiyê nabînin azad in."   'Têkoşîna me wê bidome'   Ayşeyê diyar kir ku pîvana "Ji aliyê ewlekariya cemaweriyê ve xetere" ya ku dibe sedema taloqkirina înfaza girtiyên nexweş li dijî mafên mirovan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên di şert û mercên girtîgehê de nikarin bên dermankirin, demildest bên berdan. Weke Yekîtiya Demokrasiyê li dijî binpêkirinên mafê jiyan û tenduristiyê yên Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî daxuyaniyê jinan berê xwe da PTT'a Sirkeciyê lê ji ber ku li vir faks nayê şandin, çûn Şaxa PTT'ê ya Emînonû û li vir ji bo berdana Ayselê ji Wezareta Dadê re faks şandin.