MEBYA-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2021-12-30 14:01:00   WAN - MEBYA-DER'ê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi beşdariya bi sedan kesî pêk anî. Di kongreya ku Hanim Kaya û Burhan Demîr ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.    Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Wanê 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Pankarta "Welatek azad bi nîrxên civakî ava bibe" li salona kongreyê hat daliqandin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Tayîp Temel, rêveberiyên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Şaxên Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re (TUHAY-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên raya giştî û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û bi sedan welatî beşdarî civînê bûn.   'Têkoşîna Gelê Kurd her diçe mezin dibe'   Di kongreya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, dîwan hate diyarkirin. Piştre Wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel bi spasiya beşdaran dest bi axaftina xwe kir. Tayyîp li ser malbatên xizmên xwe winda kirin jî got: “Şoreşa zîhniyeta Gelê Kurd bi saya we pêk hat. Eger çar parçeyên Kurdistanê paşve neçûne, ev bi saya zarokên Gelê Kurd ên berxwedêr e. Ez li ber destê we cangoriyên azadiyê silav dikim."   'Werin em li dora saziyên xwe bicivin'   Tayîp axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yên ku xeta HDP'ê birêkûpêk dikin hûn in. Yê herî baş rast û xelet nas dike hûn in. Werin em saziyên xwe biparêzin. Werin em li dora saziyên xwe bicivin."   'Êrîş bi ser neketin'   Piştre Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn ji çar aliyên Rojhilata Navîn li ser Gelê Kurd hewl didin têkoşîna azadiyê ya kurd asteng bikin û wiha axivî: “Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide hebûna xwe bidomîne. Bi polîtîkayên dijminane yên li hemberî Gelê Kurd. Hewl didin têkoşîna wan bitepisînin. Siyaseta sedsalê ya li ser çokan li ser esasê vê rastiyê ye. Bi saya têkoşîna dayikên me ev êrîş vala derketin."   'Vî gelî hêza xwe ji zindana Amedê girt'   Keskîn, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û wiha bi lêv kir: "Tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd niha li hemû girtîgehan tê domandin. Ev gel rastiya têkoşînê ji rastiya Zindana Amedê girt. Em ê teqez bi ser kevin. Em ê bi vê îdeolojiyê têbikoşin. Kurdistan bi têkoşînê re azadî ya dayikên me, ciwanên me û gelê me ye."   Rapora maliyeyê ji aliyê Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver û rêvebera wê Ceyda Dîndar ve hat xwendin.   Di dengdayînê de Hanim Kaya û Burhan Demîr ji bo Hevserokatiya MEBYA-DER'ê hatin hilbijartin.   Kongre bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", bi govend gerandinê û tilîliyan bi dawî bû.