'Ne 44 roj pêwîst bike em ê 44 salan jî li vir bin' 2021-12-29 15:15:04   AMED - Nasê girtiyê siyasî Feyziye Kolakan di roja 44’emîn a nobeta edaletê de axivî û got ev 44 roj in em li vir in, pêwîst bike ez ê 44 salan jî li vir rawestim. Feyziye daxwaza çareseriyê kir û got em ê di xwesteka xwe de bi israr bin.   "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin û nayên berdan a li Baroya Amedê di roja 44'emîn berdewam dike. Di roja 4’an de malbatên girtiyan banga xwe nû kirin û gotin heta ku çareseriyek pêk neyê wê nobeta wan berdewam bike. Di nobetê de nasê girtiyan Heqî Bultan û Feyziya Kolakan axivîn.   'Her ku diçe şert û merc tên dijwarkirin'   Haki Boltan di destpêka axaftina xwe de got binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de bûye pirsgirêkek mezin û her diçe zêde dibe. Haki wiha diyar kir:"Ev pirsgirêka heyî dibe sedem ku di girtîgehan de mirin pêk bê. Ev bandorê tenê li malbatên girtiyan nake. Tecrîd û binpêkirinên mafan rewşa hiqûqî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê nîşan dide ku ev jî bandorê li hemû Tirkiyeyê dike. Ruxmê serlêdan û nerazîbûnên me rêyeke çareseriyê nehatiye pêşxistin û li dijî wê şert û merc hatine dijwarkirin."   'Em ê dengê xwe bidin bihîstin'   Feyziye Kolakan jî got ev 44 roj in em ji bo edaletê li baroyê çalakiya nobetê dikin. Feyziye wiha berdewam kir:"Li gelek cihan jî li dijî binpêkirinên mafan ev nobet hatine destpêkirin. Lê herkesî xwe ker û lal kiriye. Dengê me nabihîsin. Lê bi zorê be jî em ê bidin bihîstin. Ne 44 roj pêwîst bike em ê 44 salan li vir bin."