OHD û TUAY-DER’ê rapora xwe derbarê girtiyên nexweş de parve kirin 2021-12-29 14:51:18     AMED - OHD û TUAY-DER’ê rapora xwe ya meha Cothmeh û Kanûnê ya têkildarê girtiyên nexweş de parvekir. Parêzer Adîle Salman a ku daxuyanî xwend diyarkir ku şewba koronoyê ji aliyê rejîma Tirkiyê ve weke fersend hate bikaranîn û bang kir ku êdî şert û mercên girtîgehan werin sererastkirin.   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Şaxa  Amedê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUAY-DER) rapora serdanên girtîgehan û hevdîtinên bi girtiyên siyasî re kirine bi daxuyaniya ku li avahiya xwe dane re bi çapemeniyê re parve kirin. Daxuyanî ji aiyê rêvebira OHD’ê ya şaxa Amedê parêzer Adîle Salman ve hate xwendin.   ‘Pandemî kirin fersend’   Adîle diyar kir ku bi pandemiyê re şert û mercên girtîgehan her ku çû zehmettir bûn û wiha berdewam kir: “Di rewşa asayî de pêwîst bû ku bi pandemiyê re  ewlehiyên di warê tendirustiyê de bihata giritn û şert û mecên jiyanî bêhtir bihata sererastkirin. Lê mixabin rejîma heyî dijberî vê pandemî weke fersendek bi kar anî. Hemû girtîgeh xistin bin tecrîdeke girankirî. Li gorî danezana gerdunî ya Parastina Mafên Mirovan her çiqasî kes girtî be jî pêwîste ku bi pêkanînên vînşikandinê û êrîşên zalimane re neyên rûhev. Lewra li Tirkiyê girtiyên siyasî ên ku nexweşiya wan giranE di bin xeteriyeke  giran de tên hêştin. Niha jî bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Herî dawî jî 5 girtiyan di encama van şert û mercan de jiyana xwe ji dest dan. Rûxmê serlêdan û nerazîbûnên me ewlehî nayên girtin.”   Di raporê de bal hat kişandin ser tendirustiyê tendirustiyê   Di meha Cotmeh û Kanûndê de şandeyekî ku ji TUAY-DER û OHD’ê pêktên serdana girtîgehan kirin. Binpêkirinên mafan ên ku di encama serdanan de derxistine holê wiha hatin rêz kirin:   "*Di girtîgehan de faliyetên werzîş û civakî hatine qedexekirin. Ango di girtîgehan de tecrîdeke girankirî tê meşandin.   *Di nava girtîgehan de kamera hatine bicihkirin û cihên taybet jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi kamerayê tên şopandin.   *Yek ji mijarên ku herî zêde dibe pirsgirêk jî bê guman tendirustî ye. Girtî di aliyê xwegihandina bijîşkan de pirsgirêkên girîng dijîn. Di gelek girtîigehan de yan bijîşk tune ne yan jî girtiyan dereng dibin revîrê.   *Di dema birina nexweşxane an jî birina dadgehan de pêvajoya girtiyan ya 15 roj karantînayê heye. Pêvajoya karantînayê bi awayek keyfî tê dirêjkirin. Di bin navê karantîinayê de girtî rastî êrişa derûnû civakî tên.   *Qawuşên girtiyan ji aliyê 10 – 15 qerdiyanan  ve tê lêgerînkirin. Lêgerîn di seetên dereng de tê kirin û tiştên taybet yên girtiyan jî tên belavkirin. Bi heman rengî jî qerdiyanên ku tên jimartinê dikin jî bi jimarek zêde tên.   *Di derbarê gelek girtiyan de bi awayek keyfî cezayê disiplînê hatiye birîn yan jî ji ber ku ew lêgerînên tazî û pêkanînên wekî vê ku vîna wan dişkîne qebûl nakin infaza wan tê betalkirin."   Adîle herî dawî ji bang kir ku bila şert û mercên girtîgehan bên başkirin û dawî li axaftina xwe anî.