HDP: Tê xwestin êrîşên li dijî HDP'ê bên normalkirin 2021-12-29 14:36:15   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kir û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî û destnîşan kir ku êrîşên li dijî HDP'ê tê xwestin ku bên normalkirin.   Duh êrişkarekî bi demanceyê û kêrê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bahçelîevlerê ya a Stenbolê kir û du endamên partiyê birîndar kir. Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê ev êrîş şermezar kir û têkildarî êrîşa ku li dijî HDP'ê hat kirin li Qada Şêx Sêîd ya girêdayî navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek da. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, rêxistinên HDP û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yên navend û navçeyê û gelek rêxistinên sîvîl beşdar bûn. Girseyê pankarta "Wê rojekê hesabê êrîşên faşîst were pirsîn" vekirin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên "HDP hêvî ye û li ser piyan e" û "Wê hesabê Denîzê ji AKP'ê were pirsîn" berz kirin.   'Êrîşên li dijî kurd û HDP'ê tê xwestin bên normalkirin'   Di destpêkê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî û destnîşan kir ku tê xwestin ser pêvajoya hîqûqî were girtin. Gulîstanê, wiha axivî:"Ew êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ne tesaduf e. Êrîşên li dijî kurd û HDP'ê tê xwestin bên normalkirin. Em baş dizanin ku ew qetlîam û hemû mirin ne tesaduf in. Ji bo ku neyartiya li dijî sîyaseta kurdan û HDP'ê pêk were ew sîyaseta xwe ya qirêj dimeşînin. Wekî êrîşa duh ku li Stenbolê li dijî avahiya HDP'ê hat kirin. Lê tevî vê yekê jî tu rayedaran daxuyanîyek nedan. Ji bo ku ser wan bûyerên li dijî kurdan were girtin û neyê axaftin wek bûyerêk rûtîn e nîşan didin."   'Wê li hemberî vê zilmê hesab bidin'   Di dawiyê de jî Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Zeylan axivî û diyar kir ku sîyaseta AKP-MHP'ê bi civakê re dide windakirin û got: "Sîyaseta ku li Kurdîstan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin her roj bi bûyerek êrîş û binpêkirinê xwe dide der. Lê belê em tu sîyasetên wan ên qirêj û qetlîamên wan ji bîr nakin. Me 5'ê Hezîranê dît, qetlîama 10'ê cotmehê ji bîr nekiriye. Kujerên Denîz Poyraz duh xwestin li Stenbolê heman êrîşê pêk bînin. Baweriya me ya ji têkoşîn û edaletê bê sînor e. Wê li hemberî vê zilmê hesab bidin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê kengî ket tengasiyê êrîşên xwe li dijî HDP'ê dikin."