Emine û Ferit Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin 2021-12-29 14:17:57   RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 296'an de didome. Emîne û Ferît li ser medyaya sanal wiha gotin:"Em ê edaletê bi hev re bînin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 296’emîn de berdewam dike. Malbat, bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin re bi telefonê axivî.  Emîne Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarî were pêş avahiya edliyeyê û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê bal kişand ser çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê dane destpêkirin û ev peyam parve kir: “Dema me Nobeta Edaletê dabû destpêkirin me ji bo herkesî dabû destpêkirin. Nobetên Edaletê piştî me belavî hin bajarên din jî bû. Li Amed û Wanê mirov ji bo zarokên xwe di nobeta edaletê de ne. Em bi biryar in em ê edaletê bi hev re bînin.”