Fehîme Poyraz: Ev doz doza Gelê Kurd e 2021-12-29 12:02:19     ÎZMÎR - Denîz Poyraz di encama êrişa li hemberî HDP'ê de hat qetilkirin. 1'emîn danişîna dozê îro tê dîtin. Dayika wê Fehîme Poyraz a ku tevlî dozê bû got: "Ev doz doza Gelê Kurd û yên ku piştgiriyê didin wan e.”   Li Îzmîrê di 17’ê hezîranê de kujerê bi navê Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê de girtibû. Di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Danişîna ewila doza ku kujer Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê pêk tê. Bi sedan kes dê tevlî danişînê bibe. Ji ber ku salona danişînê amade nîne hêj danişîn dest pê nekir.    Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz wek muştekî tevlî danişînê bibe. Siyasetmedar, parlamenter, nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û sendîka li ber salonê li benda destpêkirina danişînê ne.    Beriya danişînê Dayika Denîz Fehîme axivî û ji bo piştevaniyê spasiya xwe anî ziman û got: "Dema min ev qas kes dît ez pir bi heyecan bûm. Ev doz ne ya min tenê ye. Ev doz doza Gelê Kurd û yên ku piştgirî didin wan e. Em dizanin ku kujerê keça min jî ne bitenê ye û ji kujer bi bandortir in. Divê ne tenê kujer yên ku piştevaniya wî kirin jî bên darizandin. Her wiha ez hêzê ji Dayikên Aştiyê digirim. Divê êdî kese jiyana xwe ji dest nede, bila êdî aştî bê li vî welatî."