Foza Yûsif: Dê bi rêxistinbûnê têkoşînê bi hêz û mayînde bikin 2021-12-29 10:00:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif, destnîşan kir ku di sala 2021'ê de jî rola jinê bi awayekî pêşeng ber çav bû û got: “Li herêmên me bi rêveberiya jin re ronesansa civakî pêş dikeve.”    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di sala 2021'an de di qadên siyasî, dîplomasî, aborî û rêxistinî de gelek destkeftî pêk anîn. Rêxistinên jinan asta çalakiyên xwe zêde kirin da ku xwe bighînin beşeke herî mezin a jinan û destekê bidin wan ku maf û azadiya xwe bi dest bixin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, ji Ajansa Nûçeyan a ANHA're nirxandina têkoşîna jinan a 2021'ê û hêviyên sala nû kir û got, sala 2022'yan bi hamleyên nû wê bê pêşwazîkirin.   'Jinên pêşeng hedef hatin girtin'   “Sala 2021'an ji bo jinan û gelan gelekî bi aloz derbas bû ku heya niha jî em bûyerên şerê cîhanê yê seyemîn dijîn” bi van gotinan re Foza Yûsif, balkişand ser bandora ku neyînî li jinan kiriye û got: “Di aliyê tendûristî de korona bandorek gelekî mezin kir. Şerê aborî bandorek gelek mezin kir ku jin jî jê bandor bûn. Li şûna terora DAIŞ îro terorekê aborî, tendûristî li ser civakan dimeşînin. Heman demê êrişek mezin li ser têkoşîna jinan hebû. Gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin. Ji bo ku şoreşa jin lawaz bibe ji aliyê hêzên desthiladar û civaka paşverû de şerekî taybet hat meşandin. 2021'an şoreşa dijber di nav hewildaneke mezin de bû ku şoreşa jin lawaz bike. Li kelêka vê têkoşîna jinan bi rengekî gelekî xurt derket pêş. Ev sal jî bû sala têkoşîna jinan.”   'Ronesansa civakê pêş dikeve'   Foza, bi bîr xist ku sala 2021'an tevgerên jinan di nav hamleya azadiyê de têkoşin daye û got: “Hem di aliyê pêşxistina hişmendiya civakê de û hem jî di aliyê lidarxistina çalakiyan  de têkoşînek mezin hat meşandin. Bi awayekî gelekî şenber çalakiyên 25'ê Mijdarê bandorek gelek mezin li civakê kir. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cardin pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan kirin. Bandora şoreşa jin li mêr jî kir ku di nav guhertin û veguhertinên gelekî cidî de ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên bi hezaran mêran diyar dike ku jin pêşenga şoreşa civakî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya jin re ronesansa civakî pêş dikeve."   'Jin bi xwe hevpeyman dinîvsînin'   Foza, destnîşan kir ku bi hişmendiya jina azad pêşxistina hevpeymana civakî di cîhanê de gavek şoreşgerî ye û got: “Têkoşîna demokrasiyê, jin û gelan bi hev re bi hêz dike. Jin ji sedî 50 tev li hevpeymana civakî bûne. Jinan di reşnivîsa peymana civakî de cih girtine. Aliyê madeyên hatine amadekirin, jinan di nivisandina hevpeymanê de jin rolek gelek girîng liyîstiye. Em bi serê xwe hevpeyaman xwe dinivîsinin, pêşaroja xwe diyar dikin, zagonên azadiyê dinivîsinin.  Ev ji jinan û gelan re xelata herî bi nirx a 2021'ê ye. Ev deskeftiyek gelek mezin e. Cara yekemîn bi vê rêjeye tevlî bûn çê dibe, cara yekem e ku jin di hundirê destûrekî de cih digrin. Ev encama têkoşîna bi salan hatiye kirin e. Jinan ji bo rûniştandina sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîsa rolek pêşeng liyîstin û bûn damezrînerê vê pêvajoyê. Jin, hevpêymana civakî bi tevlîbûneke azad û wekhev pêşdixînin ku ev di asta cîhanî de gavek şoreşgerî ye. Pêşengtiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo civak û jinên li herêmê cihê şahnaziyeke mezin e.”   'Divê em têkoşînê bi hêz û mayînde bikin'    Derbarê êriş, gef û xeteriyên li ser civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Foza, ev tişt anî ser ziman: “Em li hemberî paşverû û gefên mezin rû bi rû ne. Hêzên desthiladar dixwazin vê şoreşa jinan şoreşa civakî bi fetisînin. Divê em rêxistina xwe li dijî van planan bi hêz bikin ku destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em vê şoreşê bixin şoreşeke çandî ku ev şoreşa çandî pêwîst e. Di nav civakê de hişmendiya azadiyê em çiqas bi rêxistin bikin em ê ewqas azadiya xwe biparêzin. Pêwîst e di têkoşîna demokrasî de jin pêşengtiyek bi hêztir bike. Hişmendiya desthildar, paşverû gelekî bi hêz e. Ji bo ku em vê hişmendiyê paş bixin û lawaz bikin divê em têkoşîna xwe ya demokrasî ye mezin bikin. Divê guhertina hişmendiya civakî wekî xebatekî esasî dest bigrin û çalakiyan her tim bi rêxistin bikin. Ji ber ku çalakî civakê zindî dihêle, refleksên civakê li dijî paşverûtiyê her tim bi hêz dihele. Bi israr û biryarekî mezin divê em van bikin. Encex em bi rêxistineke bi xurt bersiva hêzên desthiladar bidin. Lewma rêxistinên jinan çiqas bi hevre organizasyon, çalakî, perspektîfên mezin ava bikin ewqas dikarin vê têkoşînê bi hêz û mayînde bikin.”   'Em dikarin bibin hêza veguhertinê'    “Di sala 2022`an em bikaribin şoreşa jin bixin şoreşa çandî û bi vê şoreşa çandî re em bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin” bi van gotinan re Foza, hêviyên xwe yên derbarê sala nû de anî ser ziman. Têkildarî armancên sala 2022'yan de ev tişt got: “Hedefa me divê berdewamkirina têkoşîna azadî û demokrasî be. Sistayîyek biçûk wê rê li pêşiya gefên mezin veke. Parastin gelek girîng e. Şer li Sûriyê bi dawî nebûye. Yê herî zêde li hemberî şer bê parastin ma ye jin in. Lewma divê em têkoşîn, hişmendiya  xwe ya parastinê xurt bikin. Her jinek divê xwedî li hêza parastinê be. Parastin bê azadî nabe azadî jî bê parastin nabe. Bi qasî ku em bikaribin parastina xwe xurt bikin em ewqas dikarin azadiya xwe mîsoger bikin. Her jinek divê di her alî de bikaribe xwe biparêze. Em çiqas vê bi hêz bikin ewqas baweriya me xurt dibe, ewqas em dikarin bibin hêza guhertin û veguhertinê. Bi parastinê em dikarin destkeftiyên xwe mayinde bikin. Lewma divê her jin li gor hişmendiya HPC-Jin tevbigere. Di parastinê de jî divî jin pêşengtiyê bike. Çawa Arîn Mîrkan di şoreşa azadiyê de pêşengtî kir, em jî wekî şopdarên wê parastina nirx, ax, zimanê xwe bikin.”   'Em ê serkeftinê mayinde bikin'   Di dawî de Foza Yûsif, sersala nû li hemû jinan û gelan pîroz kir û got: “Em bi hêviyekî mezin derbasî sala 2022`yan dibin. Krîz û xeterî hîn jî berdewam dikin. Di aliyê pêşwazîkirin û derbaskirina krîzan de tecrûbeyekî me mezin çê bû ye. Ger em hevkar bin û yekitiya xwe bihêz bikin, bi hevre têbikoşin em ê bikaribin van krîzên ku em pê re rû bi rû ne derbas bikin. Bi hêz û yekitiya jinan, gelan em ê bikaribin şoreşa xwe ya civakî di sala 2022'an de bi hemleyeke nû pêş bixînin û mîsoger bikin. Bi vê bîr û baweriyê ji bo gelê herêmê û tevahî jinan bi hêvî me ku sala 2022`an bibe sala azadî, aştî û serkeftina mayînde.”