ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-29 09:00:00     * Jinên ku beşdarî konê çalakiyê ya Dêriyê Semalkayê bûne diyar kirin ruxmê kiryarên PDK'ê jî ew di çalakiyên xwe de bi bîryar in û wiha gotin:"Dayikên şehîdan bi biryardariyek mezin ev sê meh in di bin konê çalakiyê de doza wergirtina cenazeyê zarokên xwe dikin." DÎMEN HEYE   * Dr. Saîme Kiş balkişand ser cureyên nexweşiyên ku jin pir zêde dijîn û got dermankirina bi rêk û pêk jiyanê xilas dike.   *Parêzer Heval Yildiz Karasu ku bi çekê bi ser buroya wê ya hiqûqê de hat girtin, diyar kir ku li vî welatî Suleyman Soylu bi gotinên nîjadperest ku dike kesan teşwîkî êrîşan dike û wiha got: “Hinek nikarin jiyana hinekan bi teşe bikin. Gotin hiqûqê xwedî dikin. Bêcezahiştin jî cesaretê dide gumanbaran. Divê li dijî êrîşan her kes ligel hev cih bigire.” DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş di alî jinan de sala 2021’ê nirxand û got: “Heta pergal neguhere pirsgirêk naguherin. Em jin wê îsal zêdetir dengê xwe bilind bikin.” Seroka Komeleya Jinan a STAR a Wanê Dîlan Kunt Ayan jî gotin wê tora têkoşînê hîn bêtir pêş bixînin. BI DÎMEN    *Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li ber avahiya  xwe têkildarî êrîşa li ser Patiya xwe ya li Stenbolê daxuyaniyê dê bide(13.00)