Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin 2021-12-28 14:35:38   ANTALYA - Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî mîtînga HDP'ê ya Antalyayê hat destpêkirin de 12 kes hatin binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê der barê mîtînga "Banga Demokrasiyê" ya ku di 24'ê Cotmehê de li bajêr bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar hat lidarxistin de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 12 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.