Komeleya Jinê ya Rosayê: Em ê gotina ji bo Roboskiyê edalet bidomînin 2021-12-28 14:17:17   AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê bi munasebeta 10'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê peyamek weşand û daxwaza edaletê nû kir.    Li gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilebana Şirnexê di 28'ê kanûna 2011'ê de bi bombebarana balafirên şer ên Arteşa Tirk, 19 jê zarok 34 gundî hatin qetilkirin. Komeleya Jinê ya Rosayê bi munasebeta 10'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê ji ser platforma medyayê ya dîjîtal peyamek weşand û bal kişan ser edaletê.    Peyama Komeleya Jinê ya Rosayê parve kir wiha ye:   "Ji ser Komkujiya Roboskiyê 10 sal derbas bûn. Ev dîrokeke reş e. Dîroka sûcên ji ber dewletê, komkujiyan û bêcezahiştinê tê nivîsandin. #Roboskîbû10sal em ji bo malbatên zarokên wan hatin qetilkirin sebrê dixwazin. #Em daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo Roboskiyê nû dikin #Em ê ji bîr nekin."