Qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bîranîn 2021-12-28 12:59:37     ŞIRNEX - Di 10'emîn salvegera Komkujiya Roboskî de, 34 kesên ku hatin qetilkirin li Goristana Gundê Roboskî bi girseyî hatin bîranîn.   Li gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilebana Şirnexê di 28'ê kanûna 2011'an de bi bombebarana balafirên şer ên Arteşa Tirk, gelek jê zaroka 34 gundî hatin qetilkirin. 34 kesên hatin qetilkirin di 10'emîn salvegera qetilkirinê de li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn.   Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevaka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirs Tulay Hatimogullari, Parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, endamê Desteya Rêveberiyê ya Navendê (MYK) Celalettin Can û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erînç Sagkan, Berdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, EMEP, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnex, baroyên heremê, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û sedan kes beşdarî bîranînê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta “Me ji bîr nekir û em ê nedin ji bîr kirin. Em ê hesap bipirsin” hat vekirin. Daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku 10 sal di ser komkujiyê de derbas bûye di hêla hiqûqî de tu pêşketin tuneye û bang li Wezîrê Dadê hat kirin ku bila peywira xwe bi cih bîne.   Bîranîn bi qurnefîlên ku danîn ser goristanan bi dawî bû.