TAJÊ êrîşên li hemberî Rojava şermezar kir 2021-12-28 12:35:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: “Êrişên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û li dijî Şengalê bi heman armancê tên kirin. Şengal û Rojava çawa li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan wê li dijî êrişên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk di van demên dawiyê de êrişên xwe li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê zêde kiriye û rojane komkujiyan pêk tîne. Êrişên dewleta Tirk ya dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê ji erîşên ser civaka êzidî li Şengalê ne cudane û bi yek armancê tên kirin.   Di pêvajoya erîşên DAIŞ'ê yên li Surî û Iraq de Kobanê û Şengal bûne keleha berxwedanê û cara yekê DAIŞ li Kobanê û Şengalê têk çû. Di wê demê de bi hezaran ciwanên kurd ji çar parçayên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedana li dijî DAIŞ’ê bûn. Dewleta Tirk tamamkarê projeya DAIŞ’ê ya li Surî û Îraqê ye. Ya ku li beramber projeya DAIŞ’ê bu asteng berxwedana mezin ya Kobanê û Şengalê bû. Di encamê berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê li Şengal û Kobanê de DAIŞ cara yekê bin ket. Dewleta Tirk ya dagirker bi tu awayî têkçûna DAIŞ tehemmul nake, ji bo vêya van êrîşa pêk tîne. Piştî tunebuna DAIŞ aliyê fîzîkî de Dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir û sedan kiryarên derveyî axlaqê mirovahî pêk tîne.   Bi taybetî êrişa herî dawî ya balafirên bê mîrov yê Dewleta Tirk li ser komek ciwanên şoreşger, armanc ewe ku civakê di şexsê ciwanan de têk bibe. Ji ber ku bi hêz û enerjiya ciwanan civak xwe li ser lingan digire.   Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser ciwanên şoreşger ê Kobanê û bêdengiya heyî li beramberî van erîşan bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji  malbatên şehîdên ku di encama erîşa hovane ya dewleta Tirk ya dagirker de li Kobanê şehîd bûne re dixwazin û dibêjin bila serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Rêber Apo saxbe. Her wiha şifaya lezgîn ji birîndar re dixwazin.   Çawa ku me li beramberî DAIŞ li ber xweda em ê bi hev re li beramberî erîşên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin. Em weke civaka êzidî bi taybet jinên êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne, em ê ji bo azadiya xwe heya dawî têbikoşin.”