Kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin dê bên bibîranîn 2021-12-28 11:05:32   ŞIRNEX - Dê di 10'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê de li Şehîtgeha Roboskiyê 34 kesên hatin qetilkirin bên bibîranîn.    Li Gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gelek jê zaroka 34 gundî hatin qetilkirin. 34 kesên hatin qetilkirin dê di 10'emîn salvegera qetilkirinê de bên bibîranîn. Ligel hewa sar û barîna berfê jî Roboskiyan ji bo bîranînê serê sibehê zû dest bi roja xwe kirin. Malbatên Roboskîyê yên wêneyên zarokên xwe hildan destên xwe li goristanê kom bûn. Malbatan ji bo xêra zarokên xwe şekir belav kirin. Bi boneya bernameya bîranînê leşkeran Roboskî dorpêç kirin. Esker di têketina gund û goristanê de hatine bicihkirin.   Dê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Berdevaka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komisyona Bawerî û Gelan Berpirs Tulay Hatimogullari, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu, endamê Desteya Rêveberiyê ya Navendê (MYK) Celalettin Can û endamên ji Meclîsa Partiyê parlamenterên HDP'ê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnex, Mêrdînê beşdarî bîranînê bibin.    Dê bibîranîn saet di 11.00'an de bê kirin.