Ayşe Encu ya ku 6 xizmên xwe winda kir: Mirinê ji me rewa dibînin 2021-12-28 09:01:42     Rojda Aydin - Habîbe Eren    ŞIRNEX -  Ayşe Encu ya ku di komkujiya Roboskî de şeş xizmên xwe winda kir wiha dibêje: “Êdî dilê me êşê ranake. Ev 10 sal in edalet pêk nehatiye. Mirinê li me kurdan rewa dibînin.”   Navê wê roja reş a ku li hemû cîhanê belav bû Roboskî ye… Di encama êrişa balafirên şer a Arteşa Tirk 34 kes hatin qetilkirin. Ayşe Encu di komkujiyê de kurên xwe Savaş (15) û Husnu (27) Encu, neviyên xwe Erkan û Mahsûn Encu û her wiha du xizmên xwe winda kir. Her wiha kurê wê Behçet Encu bi navnas Cûdî Roboskî, du sal beriya niha li Rojava di nav berxwedanê de jiyana xwe ji dest da.    Dayik Ayşe Encu ya ku dayika 12 zarokan e, bi eslê xwe ji gundê Zêviyan a girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ye. Malbata wê di salên 90’î de ji neçariyê gundê terk dikin. Ayşe, wiha behsa wan rojan dike: "Dema em li gundê Zêviya bûn rewşa me di gelek helan de baş bû. Bi taybetî me bi sewalkarî û çandiyê debara xwe dikir. Piştî ku zilm û zordariya dewletê dest pê kir û cedevanî li me hat ferzkirin, me gundê xwe terk kir, em hatin li Roboskî bi cih bûn.”   'Bav û kalê me jî ji bo debara malê diçûn sînor'   Serpêhatiyên Ayşeyê wekî bi hezaran jinên kurd e û di temenê biçûk de bi zorê hatiye zewicandin hemû kar û barê malê li ser milê wê maye. Ayşe 15 sal beriya niha hevjînê xwe di encama qeyrana dilde winda dike. Bav û kalên wê, hevjînê wê jî bi salan ji bo debarê çûne sînor û Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevjînê min jî diçû sînor. Lê min nedixwest zarokên min jî biçin. Lê heta piştî demekî êdî zarokên min jî berê xwe dan sînor. Lê herî dawiyê jî zarokên min li ser sînor hatin qetilkirin. Bi balafirên şer hatin qetilkirin. Bi teqîna guleyan mala me hejiya. Di nav êrişê de tenê sê kesên ku reviyan sax man. Hikûmetê bi guleyên xwe bedenên zarokên me û hêstirên zarokên me parçe parçe kiribûn. Ji ber mazotê bedenên zarokên me şewitîbûn. Hikûmetê bizanebûn zarokên me qetilkir.”   ‘Destûrê nedan ambûlans bê’   Ayşe, wiha behsa xwe ya dema çûye cih bûyerê kir: "Şeva ku komkujî pêk hat em heta cihê komkujiyê meşiyan. Dema em gihaştin cihê bûyerê gotin birîndar hene û bila ambûlans bê. Lê destûrê nedan ambûlans jî bê. Ên sax jî li wir mirin. Destûrê nedan ku ez zarokên xwe bibînim. Dema defin kirin jî nîşanê min nedan. Destûrê nedan ku herî dawî ez li wan bibînim. Xeyalên zarokên min hebûn. Kurê min Husnu 9 sal bû zewicî bû û tu zarokên wî tunebûn. Piştî ku hat qetilkirin kurekî wî çêbû û me navê wî danî Husnu. Lê em li malê jê re dibêjin Bariş. Dema em dibêjin ‘Husnu’ dilê me dişewite. Kurê min lawê xwe qet nedît. Kurê min Savaş şivan bû. Tim diçû li ber pez. Savaş ji bo dibistana xwe pere berhev bike diçû sînor û ew jî li wir hat kuştin. 2 kurê min û 2 neviyên min li wir hatin qetilkirin. Savaş 14 salî bû û diçû dibistanê. Xeynî wan du xizmê min jî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘Piştî komkujiyê jiyana me bû dojeh’   Ayşe, diyar kir ku beriya komkujiyê jiyanek wan a hebû lê piştî komkujiyê jiyan bi tevahî guherî û wiha axivî: "Piştî komkujiyê jiyana me bû dojeh. Bi zanebûn vî tiştî kirin. Bila dest danîna ser barên wan, lê çima zarokên me qetilkirin? Piştî salek şûnde çend xizmên me carek din li sînor ji hêla leşkeran ve hatin qetilkirin. Ev bi zanebûn hatin qetilkirin. Ji roja komkujiyê heta îro dilê me her tim xemgîne. Her wiha bi salan dawet çênabin û kes naçe dawetan jî. Li ser komkujiyê re 10 sal derbas bû û lê hêjî edalet bi cih nehatiye. Kesên ku kur û neviyên min qetilkirin nehatin cezakirin û nehatin darizandin. Kujer hatin parastin. Êşa me jî ev 10 sal in hîn berdewam dike.”   Kurekê xwe jî li Rojava winda kir   Ayşe, got ku kurê wê Behçet Encu bi nasnav Cûdî Roboskî, jî di sala 2006’an de tevlî refên azadiyê bûye û got: "Em kurd li her derê bi mirinê re rûbirû dibînin. Kurê min Behçet (Cûdî Roboskî) jî di sala 2006’an de tevlî refên azadiyê bû. Du sal berê li Rojava şehît ket. Kurê min Behçet jî li dijî zilma dewletê çû tevlî tevgera azadiyê bû. Her wiha kurê min li dijî leşkeriya dewletê jî bû. Ji ber vê jî çû. Piştî komkujiyê kurê min şehît ket dilê min biêştir bû.”   ‘Êdî ji hikûmetê tu hêviya me tuneye’    Ayşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî dilê me zêde van êşan ranake. Ez heta niha sê caran ji dil emeliyat bûm. Dema salvegera wan nêz dibe êşa dilê min kûrtir dibe. Êdî ji hikûmetê tu daxwaz û hêviya me tuneye. Ji ber ku ev 10 sal in edalet pêk nehatiye. Mirinê li me kurdan rewa dibînin.”