Li Wanê 'Nobeta Edaletê': Xwedî li çalakiyê derkevin 2021-12-27 16:43:30   WAN - 'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan ji bo nexweşên girtî û yên înfaza wan hatiye şewitandin dest pê kiribû di roja 19'an de ye. Malbatan îro peyama xwedî li derketina çalakiyê dan.    'Nobeta Edaletê' ya xizmên girtiyan ji bo nexweşên girtî û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Wanê dest pê kiribû di roja 19'an de ye. Çalakiya Malbatan li Baroya Wanê didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tuşbaya Wanê serdana çalakiyê kir.    Di serdanê de hevserokê HDP'ê ya Tuşbayê Hakki Cemal axivî û bal kişand bi dawîkirina tecrîdê û got: "Li dijî tecrîdê divê têkoşînek bê dayîn. Em piştrgiyê didin çalakiya dayikan. Em dibêjin divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji bo serbestberdana girtiyan jî dê têkoşîna me bidome."   Ji malbatên ku nobetê digirin Aslihan Tîmûr axivî û wiha axivî: "Em ji bo hatine rêveberiya HDP'ê ya navçeyê spasiyên xwe pêşkeş dikin. Divê hemû malbat xwedî li nobetê derkevin. Li Tirkiyeyê êdî bi tu awayî edalet nemaye. 4 zarokên min girtî ne. Em bang li kesên bi wîjdan dikin ku bila xwedî li çalakiya me derkevin. Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan em di çalakiyê de nin. Lê em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."