Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 42’yan de berdewam dike 2021-12-27 15:10:04   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin li Amedê didome. Malbatan îro di çalakiyê de gotin: "Heta daxwazên wan bên bersivandin em ê çalakiya xwe bidomînin."        Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 42'yan de berdewam dike. Piştgiriya serdanên ji bo nobetê berdewam dike. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê, Komeleya Çandê ya Dîcleyê, hatin serdana çalakiyê. Pankarta “Girtîgeh dide kuştin, ji girtiyên nexweş re azadî” hate vekirin. Her wiha di serdanê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate berzkirin.   ‘Bêedaletiyê herî zêde kurd dijîn’   Di destpêkê de ji rêveberiya HDP’ê ya Çewligê Emîne Kaya axivî û destnîşan kir ku bêedaletiyê herî zêde kurd dijîn û got: “Em ji bo pêkanîna edaletê serdana malbatan dikin. Edalet ji her kesê re pêwist e. Ji ber ku edalet qediyaye di vê welatê de lêgerîna edaletê heye. Bi taybetî jî herî zêde bêedaletiyê Gelê Kurd dijîn. Lê belê tevahiya gelên li Tirkiyeyê dijîn di bin bêedaletiyek de mezin de ne. Heke daxwazên malbat û kesên ku lêgerîna edaletê dikin pêk were wê ji bo vê welatê jî edalet were.”   ‘Tirkiyê di nav wahşetek mezin de ye’   Piştre Endama Meclîsa Şaredariya HDP’a ya Çewligê Songul Barcadurmuş axivî û diyar kir ku rejîma ku li Tirkiyeyê ya li dijî gelan tê meşandin nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Tirkiyê di nav wahşetek mezin de ye. Heya ku heq û edalet pêk were, çi ji destê me were em ê têbikoşin. Binpêkirina mafan û şert û mercên girtigehê bi tu awayî nayê qebûlkirin.”   Xizmên malbatan jî daxwaz û peyamên xwe anîn ziman û bangevaziya piştgiriyê kirin.    Herî dawî jî Komeleya Çandê ya Dîcleyê peyamên xwe yên ji bo piştgiriyê anîn ziman û serdan bi stran û awazên hunermend Azad Bedran bi dawî bû.