Ji bo tevlibûna daneşîna doza Denîz Poyraz bang 2021-12-27 14:02:08     ÎZMÎR - Rêxisina HDP'ê ya Îzmîrê, derbarê daneşîna doza Onur Gencer ê ku ji ber qetilkirina Denîz Poyraz tê darizandin de daxuyanî da û got, "Ev doz ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê û misogeriya jiyana siyasî gelek girîng e. Wê ev doz bibe doza hevrûbûna bi heqîqetê re."   1'emîn Daneşîna doza Onur Gencer ê ku di 17'ê Hezîranê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girt û Denîz Poyraz qetilkir di 29'ê Mehê roja çarşemê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê dê bê dîtin. Beriya daneşînê Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, li agahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna ku tê de pankarta bi nivîsa, "Li dijî Faşîzmê mil bi mil, wê faşîzim têk biçe û emê bi ser kevin" hatin daliqnadin de parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Murat Çepenî tevli bûn. Metnê ji bo çapemeniyê jî ji aliyê Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê Besriye Tekur ve hat xwendin.    'Kon hê jî li ber avahiyê ye'   Besriye, diyar kir ku kesên komkujî kirine zimanê îqtîdarê ku HDP'ê hedef nîşandide û  yên li ber avahiya partiyê kon vedane û wiha berdewam kir: "Divê neyê jibîrkirin ku ew kon hê jî li wir e. Hêzên dewletê yên ku nahêlin em li ber avahiya xwe daxuyaniyê bidin, piştgirî dan daxuyaniyên çeteyên faşîst ên li pêşiya avahiya partiya me bidin û hedef nîşan dan. Tevî ku em çûn Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê û me gotin ku ev rewş partiya me ji her cure êrîşên provokatîf re vekirî dihêle û divê tedbîr bên girtin jî tu tedbîr nehatin girtin. Kesên ku tedbîr negirtin pêşiya komkujiyê vekirin."   'Doz ji bo ewlekariya jiyana siyasî girîng e'   Besriye da zanîn ku komkujî plankirî bû lê  di îdianameyê de ev komkujî weke cinayeteke ji rêzê hatiye destgirtin û got, "Weke ku tê bibîranîn, divê neyê jibîrkirin ku hemû komkujiyên siyasî û qirkirinên siyasî yên li vî welatî ji aliyê hin komên desthilatdar ve hatine plankirin û pêkanîn. van hemû sedeman em weke HDP'ê diyar dikin ku em ê şopdarên vê dozê bin. Ger ku di vê dozê de hedalet pêk neyê wê tu siyasetmedar ne di ewlehê de bin."   'Rola yekîtiyê ya HDP'ê hate hedefgirtin'   Piştre Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay axivî, bi bîr xist ku Denîz bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û bal kişand ser helwesta polîsan a 45 deqîqeyan ku kiryar li cihê komkujiyê bû. Serpîl bang li hemû kesên ku ji bo demokrasî û mafan têdikoşin kir ku tev li dozê bibin û wiha got: "Em li dozê wek pêşbirkeke siyasî, weke dozeke rûbirûbûna heqîqetê dinêrin. Em wisa difikirin ku heta ev neyê kirin dê çareserî pêk neyê. Ne tesadufe ku li Tirkiyeyê partî û  siyasetmedarên jin dibin hedef. HDP, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê gavên gelekî wêrek diavêje, di vê mijarê de rola yekitiya civakê jî girtiye ser xwe. Weke partiyeke ku erka jiyana bi hev re û avakirina komareke demokratîk a ku beşên mezin ên civakê bigihîne hev, ji aliyê hikûmetê ve nikare bê tasfiyekirin û nûkirin. Em bi çeteyên ku bi doza  Susrlukê re aşkere bûn re û van çeteyan îro jî partiya me kirine hedef."   'Dê tevlîbûneke girseyî hebe'   Herî dawî Serpîl got, "Em dizanin ku tê xwestin Doza derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de bê girtin. Çawa ku di dema qetîamê de kujer demildest hat girtin û hat xwestin delîl bên reşkirin, niha jî dixwazin ku doz bê girtin.  Em ê dozê vegerînin rûbirûbûnek ku hem rêhevala me Denîz Poyraz weke aktîvîsteke jin hembêz bike, hem jî tarî ya Tirkiyeyê ronî bike.”   'Divê hesap bê pirsîn'   Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî jî got, “Di 29’ê Kanûnê de divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li dozê derkevin, li hemberî kujeran bisekinin û hesab ji wan bipirsin.  Em ê heta dawî şopdarên dozê bin û em di serî de jin bang li her kesî dikin ku xwedî li dozê derkevin ku em vê dozê bikin doza hevrûbûnê û li rêhevala xwe Denîz Poyraz xwedî derkevin."