Kesên ku li Wanê hatin binçavkirin sewqê dozgeriyê kirin 2021-12-27 12:54:01   WAN - Di 24'ê kanûnê de polîs û leşker bi ser gelêk malên taxên navçeya Qelqeliyê û ya Wanê de girtin û di encamê de 18 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên 18 kesan li emniyetê hatin girtin, wan sewqê dozgeriyê kirin.    Li navçeya Qelqeliya Wanê di 24'ê kanûnê de serê sibê polîs û leşker bi ser gelek malan de girt. Di nav de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qelqeliyê Sakîne Kutpinar jî heyî 18 kes hatin binçavkirin. 18 kesên ku hatin binçavkirin li Midirûyeta Emniyeta Wanê îfadeyên wan hatin girtin.