ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-27 09:00:00     * Hevseroka PYD'ê ya navçeya Şêranê, Fatma Osman têkildarî gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Kiryar û gefên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome, di encama van gefan de bi sedan hemwelatiyên herêmê jiyana xwe ji dest dan û di milê aboriyê de jî gelek ziyan çêbûn. Her wiha bi erêkirina dewletan şer tê kirin." DÎMEN HEYE   *Li seranserê cîhanê jin îsal li qadan bûn. Jinan li dijî şîdeta mêr-dewletê bi berxwedana xwe bûn hêz û balkişandin ser girîgiya piştevaniyê. PANORAMA    *Ji Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd Zozan Gulan têkildarî xebatên komeleyê axivî. Zozanê bal kişand ser fikra yekîtiyê û wiha got:"Di serî de ji bo fikra yekîtiya welat pêwîst e wêjekarên di nava yekîtiyê de hebin. Em jî di nava banekî de kom dibin û yekîtiya xwe ava dikin. Di nava salekê de me encamên bi nirx bi dest xistin û em ê van xebatên xwe jî di salên pêşiya me de mezintir bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên ciwan ên ku beşdarî kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bûn diyar kirin ku êdî dem dema ciwanan e û gotin: "Dê bi hêz û têkoşîna ciwanan wê ev pergal têk biçe." BI DÎMEN    *Siyasetmedarên jin ji bo tevlîbûna doza kujerê Denîz Poyraz bang kirin û diyar kirin ku gumanbarên sereke dewleta mêr e. DÎMEN HEYE   *Dayikên ku 128 roj in zarokên wan di destên OSO'yê de ne, diyar kirin ku hemû hewldanên wan bê encam mane û banga hestiyariyê kirin.