'Nobeta Edaletê' di roja 293'yan de ye 2021-12-26 12:07:33     RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber deriyê Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 293'yan de ye.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê hezîranê de êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Li dijî vê zilma li ser ferdên malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê Ferît Şenyaşar, bi daxwaza edaletê di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 293'yan de didome.    Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev parvekirin kir: "Kî bi kîja hêzê çi dike li holê ye herkes dizane û dibîne. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek organîzekirî heye. Lê rayedar ker û lal in. Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê êriş li wan jî were kirin."