Kongreya ciwananên HDP'ê dest pê kir 2021-12-26 11:26:26     AMED - Kongreya 3’yemîn a asayî ya Meclîsa Ciwanên HDP’yî bi coşeke mezin dest pê kir.    Meclîsa Ciwana a Partiya Herêmên Demokratîk 3’yemîn Kongreya xwe ya asayî li Eywana Kaplan City a li navçeya Kayapinara Amedê cih digire pêk tîne. Ji bo beşdarbûna kongreyê ji herêmê û cihên cuda yên Tirkiyeyê bi sedan ciwan hatin Amedê. Ciwan bi cil û bergên xwe yên gelêrî ketin cihê kongreyê.   Ciwan di bin lêgerînên polîsan re derbas bûn. Gelek ciwanên xwestin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî kongreyê bibin hatin astengkirin. Polîsan ciwan dorpêç kirin. Nûçegihanên ku xwestin dîmenê dorpêçkirinê bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ciwanên hatibûn dorpêçkirin govend gerandin û dirûşmên “Şal û Şapi rûmeta me ye” berz kirin. Dorpêçkirin hîn berdewam dike.    Di hundirê eywana kongreyê de jî bi govend hat gerandin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Ciwan Dimeşe Erd û Ezman Diheje”, “AKP wê hesab bide gel”, “Bijî Berwedana Zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.