ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-26 09:00:00     *Jinên Efrînî yên ku li navçeya Şêrewaya Efrînê, her dem bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin derbarê êrîşên li ser Wargeha Vegerê de ev tişt anîn ziman: "Ji dema ku em koçber bûne, heta niha êrîşên dewleta tirk a dagirker dewam dikin. Di sala 2021'ê de jî êrişên dewleta tirk ên li ser Wargeha Vegerê dewam kirin. Dewleta tirk a dagirker Wargeha Vegerê hedef digire. Cîhan tevahî rewşa Efrîniyan dibîne, lê her kes bê deng e. Xewnên dijmin pêk nayên, em cih û warê xwe ji dagirkeran re nahêlin." BI DÎMEN    *Dewleta ku hêzê ji pere digire bi ketina nirxê pere re têk diçe. Pereyê ku dibin garantoriya desthilatdaran de ye ji ber polîtîkayên tên meşandin mehkumê têkçûnê dibe. Êdî wezîfedarên kifşkirî û bijarte jî nikarin têkçûnê veşerin. MEDYA KRÎTÎK   *Kurê Leyla Encu Şervan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da. Leyla destnîşan kir ku diravên xwe dan gule û top bi ser kurdan de barandin û got: "Her roj Roboskiyên nû tên jiyîn. Ger edalet pêk bê dê pêşiya komkujiyên din jî bê girtin. Heta ku em saxbin em ê bibêjin divê AKP’ê bê darizandin. Em tu carî bêdeng nabin." BI DÎMEN    * Siyasetmedarên jin der barê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Kandirayê girtiye û rewşa wê her diçe giran dibe, banga piştevaniyê kirin û gotin: “Divê em berê xwe bidin girtîgehan. Aysel Tugluk û girtiyên siyasî ne bi tenê ne.” BI DÎMEN    * Parêzera OHD’ê Leyla Kaplan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Pêkanîneke divê berdewam neke ye.  Ya ku girtiyên nexweş ber bi mirinê dibe jî tecrîd e.” DÎMEN HEYE   *Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir wê rojên pêş de derkeve pêşberî dadger. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz di banga ku kir de got ew hemû kesî roja rûniştinê dipê edliyeyê û got ew edaletê ji gel re dihêlin. DÎMEN HEYE   *Mêrê bi navê Mehmet K. bi salan e keçên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. H.  têkildarî bûyerê axivî û destnîşan kir ku berî ku nehatine kuştin bila dengê wan were bihîstin.