Pêşî li çalakiya hemberî destdirêjiyê girtin 2021-12-25 14:09:29   MÊRDÎN - Li Nisêbînê çalakiya li dijî tacîz, destavêtin û qetilkirina jinan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinan jî bi dirûşma "Zext nikarin me bêzar bikin" bersiv da hewldana astengkirinê.   Endamên Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmaranê, têkildarî êrîşa zayendî ya li ser xwendekarên lîseyê, tecawiz û qetilkirina jinan a li bajêr, li navçeya Nisêbînê hatin cem hev. Jinên li ber Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Nisêbînê kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan jin dorpêç kirin û biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê nîşan dan û destûr nedan çalakiyê. Jinan û polîsan li ser astengiyê nîqaş kirin.    Jinan destnîşan kir ku ew qedexekirina daxuyanî û çalakiyek wiha qebûl nakin û polîsan jî bo wan got heke daxuyanî bidin wê mudaxile bikin. Di encama nîqaşên derketin de polîsan gef li jinan xwarin û gotin, “Heke tiştek biqewime jî rûyê weye ye.”   'Astengî êrîşa li hemberî jina ye'     Jinan diyar kir ku cîgirê midûrê dibistanê Ahmet B. ku destavêtiye xwendekaran niha girtî ye û darizandina wî didome û ew li dijî destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan têdikoşin. Jinan anî ziman ku ew ji ber astngiya polîsn Miduriyeta Polîsan şermezar dikin û ev astengî di heman demê de êrişeke li hember jinan e.    Jinan pişt re bi lêdana çepikan û lîlandinê dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û derbasî avahiya sendîkayê bûn.