Çalakiya Malbata Şenyaşar 292 roj in didome: Em bi biryar in 2021-12-25 12:40:26   RIHA - Malbata Şenyaşar 292 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin û îro ev peyam parve kirin: “Em bawer dikin! Em bi biryar in! Em ê vê biqûqiya li Rihayê ji holê rakin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 292’yemîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabên Serokê Giştî yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Em bawer dikin! Em bi biryar in! Em ê vê biqûqiya li Rihayê ji holê rakin. Ji ber ku em mafdar in. Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine.”