ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-25 09:00:37   *Ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê, Ferîde Îbo derbarê kiryarên dewleta tirk ên li ser Efrînê û êrişên li ser jinê yên di nava salekê de ev tişt anî ziman: "Ji roja dagirkirina Kantona Efrînê hemû rêbazên tundiyê li ser jinê hatin bikaranîn. Di nava salekê de li Efrînê jin bi her rêbazên tundiyê rû bi rû man. Li Efrînê du jinan di vê salê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe  ji dest dane. Jin her roj bi tirsa mirinê dijîn. Divê mafê jinan bê parastin." DÎMEN HEYE   * Koordînatora CÎSST’ê Jiyan Ay da zanîn ku binpêkirinen mafan ên li girtîgehan dibin sedema mirinê û wiha got: “Li girtîgehan bi binpêkirinên mafan, zext û astengiyan re tecrîda ku mijara gotinê ye heye. Sedema mirina li girtîgehan tecrîd e.” DÎMEN HEYE   *Dayika Erkan Encu Felek Encu 42 sal beriya niha li heman cihê di encama teqîna mayinê de bavê xwe windakir. Feleka ku cara duyem heman qederê jiya, nerazûbûna xwe ya pêknehatina edelatê anî ziman û got: “Ev komkujî di dema AKP’ê de pêk hat û berpirsyar ew in.” BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay budçeya Navendî ya sala 2022’an nirxand û da zanîn ku di hevdîtinên butçeyê de desthilatdariyê xizaniya civakê ji nedîtîve hatiye û tabloyek xweş ya li gorî xêz kiriye û endekskirina dovîzê ya bi mevduatê jî wek mizginiya karaseteke mezin nirxand. BI DÎMEN   *Demên dawî de li dermanxaneyan dermanên nexweşiyên pençeşêrê nayên dîtin û ji ber ku gelek biha tên firotin, welatî bi gazincin. Jinên nexweşên pençeşêrê der barê mijarê de axivîn û gotin: “Dewlet dibêje pere û sîgorte hebe tu dikarî bijî.”