Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 16 roj in didome 2021-12-24 16:44:35     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 16'emîn de berdewam dike. Di çalakiya îro de ev peyam hat dayîn: "Em ji bo malbata Şenyaşar û Malbatên Roboskî edaletê dixwazin. Ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin edaletê dixwazin."    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê betalkirin ve li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 16'emîn de berdewam dike. Îro Hevserokên Partiya Herêma Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli û Çetîn Uyar û rêveberên DBP'ê serdana nobetê kirin.    Di serdanê de Çetin Uyar axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah û got: "Bi polîtîkayên tecrîdê hewl didin ku vîna Gelê Kurd teslîm bigirin. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ji bo Ocalan edaletê dixwazin. Her wiha niha girtiyên nexweş mehkûmê mirinê dikin. Em ji bo malbata Şenyaşar û Malbatên Roboskî edaletê dixwazin. Ji bo girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin edaletê dixwazin."