Meclîsa Jinan a HDP’ê li Sûrê gel vexwend kongreya ciwanan 2021-12-24 15:19:01     AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP di 26’ê kanûnê de li Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk tîne. Meclîsa Jinan a HDP’ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo kongreya ciwanan belavok belav kirin.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 26’ê kanûnê de li Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk tîne. Meclîsa Ciwanan ku wê bi şîara "Niha dema ciwana ye" biçin kongreyê, li her çar alî amadekariyên kongreyê didomîne û xebatan dimeşîne.    Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo kongreya ciwanan belavok belav kirin. Girseyê ji Qada Deriyê Çiyê xebata xwe da destpêkirin, heta tax û kûçeyên Sûrê berdewam kir û welatî vexwendin kongreyê.