Ayşe Acar Başaran: Em ê bi hev re edaletê bînin 2021-12-24 14:51:06     AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di roja 39’emîn a ‘Nobeta Edaletê’ de serdana malbatên girtiyan kir û got:"Em ê bi hev re edaletê bînin."   "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên  girtiyan ve bi armanca girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê di roja 39'an de berdewam dike. Ji bo piştgiriyê serdan jî her ku diçin zêde dibin. Îro jî berdevka Meclîsa Jinên HDP’yî parlementer Ayşe Acar Başaran û jinên HDP’yî serdana nobetê kirin.   'Em ê bi hev re edaletê bînin'   Ayşeyê di nobetê de axivî û got: "Encex em bikaribin bi hev re edaleta wenda bibînin. Li her deverê lêgerînên me yên dadê jî zêde dibin. Polîtîkayên dijminatiya jin û kurdan her ku diçe tecrîdê jî giran dike. Her ku diçe li pêş çavan li girtîgehan qetlîam tê kirin. Berpirsayarên wan em hemû jî baş nas dikin. Lewra îqtidar tu gavan jî navêje. Jixwe em dizanin ku îqtidar bi hovitî û zilma xwe, xwe dide dijîn. Aysel Tûgluk û mirinên hatine jiyîn mînakên sereke ne ji bo vê. Di vî alî de tu hêviyên me ji îqtidarê tune ye. Daxwazên me ji malbatên me heye. Pêwîst e em bi hev re serhildanên xwe xurt bikin. Weke meclîsa jinan a HDP'ê jî wê rojeva me ya sereke tecrîd be. Hûn bi nobeta xwe em ê jî li qadê, li kolanan û di meclîsan de bibin dengê girtiyan. Em parçeyek ji vê têkoşîna nobetên Edaletê yên li Amed, Wan û li ber deriyê edliyeya Rihayê tê dayîn in."