Banga ji bo mîtinga 'Niha Dema Edaletê ye': Em ê bi serhildanê bi ser bikevin 2021-12-24 10:10:04   Derya Ren   RIHA - Hevserokên HDP'ê yên ji bo mîtinga "Niha Dema Edaletê ye" bang kirin bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehan de û wiha gotin:"Werin em bi hev re edaletê bînin vî welatî. Em bawer dikin ku em ê bi serhildanê bi ser bikevin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi dirûşma "Niha Dema Edaletê ye" di 25'ê Kanûnê de li ber Muzeya Rihayê ya li Kuçeya Halepli Bahçe ya navçeya Eyyubiyeyê ya Rihayê mîtingê li dar bixe.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar dê beşdarî mîtîngê bibin. Her wiha ew ê di mîtîngê de Koma Çiya derkeve ser dikê.    Hevserokên Riha, Mêrdîn û Semsûrê ji bo beşdariya mîtîngê bang kirin.    'Werin em bi hev re edaletê bînin vî welatî'   Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçili da zanîn ku ew di şexsê Emîne Şenyaşar de mîtînga edaletê diyarî her kesên ku li edaletê digerin dikin û wiha got:"Ji ber bêhiqûqiya li vî welatî mirov bi salan di girtîgehan de dimînin. Her wiha li vî welatî rojê 3-4 jin tên qetilkirin. Rewşa girtiyên nexweş diyar e. Divê berî her tiştî ji bo girtiyên nexweş ev edalet pêk were. Her wiha di vê mîtîngê de em ê banga aştiyê jî bikin. Em dizanin tiştê ku ew ê aramiyê bîne vî welatî edalet e. Pêdiviya her kesî ji edaletê heye. Ev edalet ji bo her alî lazim e. Li dijî vê bêedaletiyê çav kor guh ker bûne. Rewşa Aysel Tugluk a di zindanê de tê girtin diyar e. Lê belê tevî hemû hewildanan nayê tehliyekirin. Loma em jî gel ê ku li edaletê digere vedixwînin mîtîngê. Werin em bi hev re edaletê bînin vî welatî."   'Polîtîkayên tecrîdê pêk tînin'   Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu, da zanîn navçeya Pirsûsê xwediyê rastiyeke dîrokî ye û bi kûrbûyina tecrîdê re pêdiviya gel a ji bo edaletê zêdetir dibe û wiha got:"Tecrîd dema bi dawî bibe dê bêedatî jî bi dawî bibe. Bi tecrîda Îmraliyê zexteke mezin li ser civakê heye. Hevserokên me yên ji bo azadiya fikir û raman têdikoşin di girtîgehan de ne. Di serî de li Îmraliyê li girtîgehên din jî polîtîkayên tecrîdê yên cidî pêk tên. Loma em edaletê dixwazin. Em ê ji Mêrdînê jî ji bo mîtinga 'Niha Dema Edaletê ye' beşdariyeke xurt bikin. Werin em bi hev re li dijî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku em ê bi serhildanê bi ser bikevin."   'Ew ê mîtîng li dijî bêedaletiyê pêk were'   Hevseroka HDP'ê ya Semsûrê Zeliha Karinca, da zanîn ji avakirina partiya wan heta niha her demê wan edalet parastine û wiha got:"Di warê tundî û cinayeta li dijî jinê de Tirkiye di rêzên pêş de cihê xwe digire. Li girtîgehan li dû hevdu cenaze derdikevin. Ji ber sûcê wan tune ye jî mirov bi salan tên darizandin û di pêvajoya pandemiyê de jî bi awayekî baş nêzî girtiyan nebûn. Ev tenê ji çend bêedaletiyên li vî welatî ne. Loma em bêjin edalet li her derê ye û ji bo me hemûyan hewce ye û em li mîtîngê bên gel hevdu. Ew ê mîtîng li dijî bêedaletiyê pêk were."