Panoramaya 2021'ê: Tecrîda sîstematîk û têkoşîna gelan 2021-12-24 09:08:52   Nişmiye Guler   STENBOL - Di sala 2021’ê de bi Îmraliyê re ji 4 deqeyan zêdetir tekilî nehat danîn û tecrîdê bi awayê sîtematîk berdewam kir. Gelan jî di asta global de serî hildan û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê PKK’ê kirin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal e li grava Îmraliyê di şertên giran yên tecrîdê de tê girtin. 9 meh e tevî hemû hewldanên parêzeran hevdîtin nayên kirin û 9 meh e agahî ji Abdullah Ocalan, girtiyên din yên ligel wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin.   Me têkşîna salekê ya li hember tecrîd û polîtîka tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin kom kir.   Di salekê de parêzeran 169 û malbatan jî 55 caran serlêdan kir   Abdullah Ocalan û girtiyên din bi cezayên dîsîplînê yên 2020’an ketin sala 2021’ê.  Sê meh qedexeya hevdîtina bi malbatan re û 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re kirin hincet û ji serê salê de serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2021’ê de bi giştî 169 serlêdan û malbatan jî 55 serlêdan kirin.  serlêdanên malbat û parêzeran erênî nehatin bersivandin. Dîsa serlêdanên parêzeran yên heta 15’ê Adarê 20 caran kirin jî hatin redkirin. Seranserê salê  serlêdanên parêzeran 149 carî hatin kirin û bersivek erênî nehat girtin.   Nûçeyên der barê Îmralî de derketin   Ji serê salê de ji ber agahiyek ji Abdullah Ocalan nehat girtin fikar zêde bûn û di 14’ê Adarê de nûçeyên wekê Rêberê PKK’ê jiyana xwe ji dest daye hatin serwîskirin. Ji ber vê malbat, parêzer û rayagiştî ketin fikaran. Parêzeran piştî vê bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ 12 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Wezareta Dadê dan. Lê ev hewldan bê bersiv hatin hiştin. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê di 16’ê Adarê de daxuyanî da û got ev îdia bê bingehin û tenduristiya Abdullah Ocalan başe. Lê vê daxuyaniyê rayagiştî tatmîn nekir.   Serlêdana ji bo CPT'ê   Li ser vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê di 18’ê Adarê de serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewopayê (CPT) dan. Parêzeran di serldanê de gotin daxuyaniya serdozgeriyê ji beyî ku fikaran ji holê rabike wêdetir, ji bo lêpirsînkirina şertên tecrîdê asteng bike hatiye kirin. Parêzeran da zanîn ku ji bo fikarên wan ji holê bên rakirin divê hevdîtin pêk bên û banga peywirê li komîteyê kir.   Piştî mehan şûnde peyama ewil: Dewlet şaşiyê dike   Li ser avabûna fikaran di 25’ê Adarê de Serozgeriya Komarê gazî malbatan kir ku bi telefonê hevdîtinê bikin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbata girtiyê bi navê Hamîlî Yildirim hevdîtinek kurt pêk anîn. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji ber protestokirina şertên tecrîdê derneketin hevdîtinê. Abdullah Ocalan di hevdîtina telefonê de israra xwe ya hevdîtina rû bi rû ya bi parêzeran re anî ziman û gotibû ev rewş nayê qebûlkirin. Rêberê PKK’ê wiha gotibû: “Ev ne rast e. Ger hevdîtinek pêk bê bila di çarçoveya  hiqûqî de be. Salek şûnde li ser daxwazan hevdîtinek telefonê nabe. Ev tişta tê kirin şaş e. Dewlet şaşiyê dike. Dilîze. Ev ne hiqûq e. Ev ne rast e. Nikare bê qebûlkirin. Ev di heman demê de xetere ye. Gelo hun dizanin ku hun çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vir û hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal e li vir im. Ev pirsgirêk wê pêşerojê de çawa be? Ev pirsgirêk bi awayê hiqûqî dikare bê çareserkirin. Çima nayên vir?Ger hevdîtinek bibe jî wê bi parêzeran re bibe. Ji ber rewşa min hem siyasî hem hiqûqî ye.”     Rêberê PKK’ê ji bo grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdara 2020’î de hatibûn destpêkirin jî ev nirxandin kiribû: “Ez naxwazim tu kes ji bo min di grevên birçîbûnê û zindanan de bimrin. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim.”   Rêxistinên civaka sivîl serlêdan kirin   Di 26’ê Tîrmehê de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Weqfa Lêkolîna Hiqûqî û Civakî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD),  Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV)   serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.  Rêxistinan di serledanê de balkişandin ser tecrîda Îmraliyê û li ser pergala tecrîdê sekinin. Hkûmeta tirk jî di meha îlonê de li dijî vê danezanê îdia kir ku li Îmraliyê tu dijhiqûqî tune ye. Saziyên Civaka Sivîl di meha cotmehê de cara duyem serlêdan kirin balkişandin ser pergala tecrîda heyî ya li Îmraliyê.   Ji bo CPT serdana duyem   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê tevî ku cezayên dîsîplînê di meha Adar û Nîsanê de qedyabû jî, serlêdanên wan yên ji bo hevdîtinê bê bersiv hatin hiştin. Li ser vê parêzeran di 27’ê Tîrmehê de cara duyem serî li CPT dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexe meha adar, nîsan, gulan û hezîranê de berdewam kiriye, ev li dijî peymanên navneteweyî û destura bingehîne û banga peywirê li CPT krin.   Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:   “*Bila komîteya we lezgîn li Îmraliyê hevdîtinê bike,   *bila serdana parêzeran demildest pêk bê û berdewam bike,   *Bila hevdîtina malbatan demildest dest pê bikin û bidomin. Dawî li ceza yê dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bînin,   *Ligel mafên hevdîtinan divê mafên hevdîtina telefonê bi rêk û pêk bên dayîn,    *Astengiyên li pêş alavên ragîhandinê yên wekê name û faksan bên rakirin,   *Pêkanînên li dijî hiqûqê ya der barê rojname, kovar û pirtûkan de bidawî bibin,   *Prosedur û tedbîrên şertên dijmirovahî, îşkence û pêkanînên nebaş ji holê radikin, pêk bên.”   Serî li Midûriyeta girtîgehê dan   Parêzeran ji 17’ê îlonê şûnde vê carî serî Midûriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Ewlehiya Bilind ya Tîpa F ya Îmraliyê dan. Ev serlêdan jî bê bersiv ma.   Biryara ku DDB’ê da birin DMME’ê   Parêzerên buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22-24’ê îlonê de ji bo mînakên dosyayên biryarên lijneya dîsîplîna der barê girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de hatine dayîn û cezayên dîsîplînê yên dijhiquqî bên rakirin serî li Dadgeha Cezaya Giran û Dadgerya Înfaza Bursayê dan. Ev serledan hatin redkirin û Dadgeha Destura Bingehîn got ev serlêdan nayên qebûlkirin. Li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan.   Ji bo Îmraliyê hewldanek nû   Parêzeran ji meha mijdarê şûnde serî li saziyên neteweyî û navneteweyî dan û gotin bi muvekîlê xwe re nikarin bên gel hev û banga bikevin  tevgerê kirin. Parêzeran 22’ê Mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, 23’ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê, Midûriyetên Giştî yên Malên Tevkf û Cezayê ya Wezareta DAdê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê dan.  Her wiha parêzeran serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê jî dan.  Di serlêdanan de hat gotin ku hemû têkiliya muvekîlê wan bi derve re hatiye qûtkirin û gotin demildest bikevin tevgerê.   Ji bo bikevin tevgerê serî li 52 saziyan dan   Parêzeran her wiha di 25’ê Mijdarê de  serî li 10 rêxistinên civaka sivîl û 28 baroyan dan. Parêzeran ligel vê der barê mijarê de serî li 13 saziyên civaka sivîl yên navneteweyî dan.   Tenê baroya Amedê ket tevgerê   Heta niha ji saziyên serlêdan li wan hatine kirin tenê Baroya Amedê ket hewldanê. Baroya Amedê bi armaca şertên jiyanê yên Îmraliyê bên tespîtkirin, ji bo biçin serdana Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.   Du cezayên nû yên dîsîplînê   Parêzeran di 22’ê Mijdarê de serî li Dadgeriya înfazê ya Bursayê dan û derket holê ku du cezayên dîsîplînê yên nû dane Abdullah Ocalan.    Komîteyê tecrîda li Îmraliyê nedît   Rêxistinên Saziyên Sivîl  di meha Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran dabûn û ev di civîna 30 Mijdar-2’ê Kanûnê ya Komîteya Wezîran de hat nîqaşkirin.  Piştî civînê komîteyê, ji bo ku Tirkiye hinek biryaran bike jiyanê dem dayê. Komîteyê bi hinceta ku CPT pêvajoyê dişopîne, pêşniyarek neda ber Tirkiyeyê û der barê ‘mafê hêviyê’ de jî tespît kir ku Tirkiyeyê heta niha biryarên derbarê wê de hatine dayîn bersiv nedaye. Bi tu awayî neaniye cih û pêşniyara girtina tedbîr û sererastkirinên qanûnî yên ji bo avakirina mekanîzmayeke lêkolînê ya der barê cezayê muebeta giran de kir. Komîteyê her wiha der barê girtiyên cezayê muebetê girtine de ji Tirkiyeyê hejmar xwest û got herî dereng  îlona 2022’an agahî bidinê.   Malbat li dijî tecrîdê li Meclîsê ne   Hewldanek din jî ji malbatan hat kirin. Malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din yên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 14’ê Kanûnê de li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Parlameneterê HDP’ê yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, birayê Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aktaş û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevli bûn. Malbatan diyar kirin ku divê demildest tecrîd bidawî bibe. Her wiha sala di asta global de jî li her derê li dijî tecrîdê deng hat bilindkirin.  Li her çar alî cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gel daketin kolanan, meş pêk anîn, nobet girtin çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de li ser azadiya Abdullah Ocalan hat sekinandin û xwestin azadî pêk bê.