‘Li hemberî zilmê hêza xwe bi yek kin û rabin ser piyan’ 2021-12-24 09:05:57   Sema Çaglak   AMED - Jinan bal kişandin ser rewşa girtiyan, gotin bila girtiyên nexweş bên berdan  û banga bila li hemberê vê zilmê gel hêza xwe bi yek kin û rabin ser piyan kirin.   Li girtîgehan bi taybetî li hember girtiyên kurd ên siyasî binpêkirin, zext di demên dawî de derketine asta herî jor û girtiyên nexweş bi awayekî bê hiqûqî ji ber binpêkirina mafan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Girtiya bi navê Garîbe Gezer a li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê dima û ji aliyê gardiyanan tecawizî wê hat kirin û îşkence dît, di 9’ê Kanûnê de bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî demekê girtiyê nexweş ê giran Abdurezzak Suyur, Halîl güneş, Ilyas demîr di hucreya xwe de jiyana xwe jidest dabûn. Herî dawî jî girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn û 374 sal ceza dabûnê, li hucreya ku lê dihat ragirtin bi guman mirî hat dîtin.   Bertekên li hemberî rewşa girtiyan her ku diçe zêdetir dibin. Jinan destnîşan kirin ku divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan.   ‘Em ji rewşa girtiyên xwe bi fikar in’   Ji xizma girtiyan Selva Taş daxuyand ku du girtiyên wê hene û ji ber rewşa wan fikarên wê her diçe zêdetir dibin. Selva, wiha axivî: “Birayê min û kurê min girtî ne. Rewşa kurê min gelek xirab e. Li Kirikkaleyê diman lê piştre ew sirgûnê girtîgeha sîncanê kirin. Şert û mercên wê girtîgehê gelek xirab in. Li wir di hûcreya yek kesî de dimîne. Gava ku ew ji Kirikkaleyê sirgûnê kirin nehiştin tu eşya û pêdiviyên xwe jî bi xwe re bibin. Nexweşîna wî ya dil heye.  lê wî nabin nexweşxaneyê û tedawî nakin. Ev demek dirêj e em nikarin hevdîtina vekirî jî bikin.”   'Girtî terkî mirinê tên kirin'   Selva di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên ku jiyana xwe jidest dane û diyar kir ku girtî terkî mirinê tên kirin. Selva, got: “Girtiyên nexweş ku li zindanan de jiyana xwe ji dest didin em ji bo wan gelek xemgîn in. Em tehlîyekirina girtiyên xwe û bi taybet yên nexweş dixwazin. Di kîjan hiqûq û edaletê de ew zilm heye. Girtiyên nexweşên 70 salî û 80 salî di zindanan de jiyana xwe jidest didin. Em vê qebûl nakin. Em li gel girtî û gelê xwe e. Bila girtiyên me li derve bên derman kirin.”   ‘Divê li hemberê vê zilmê gel bibe yekhêz’   Hanîfe Akin jî destnîşan kir ku Trikiyê hiqûqa xwe binpê dike û wiha pêde çû: “Divê li hemberê vê zilmê gel bibin yekhêz. Bi hezaran girtiyên nexweş hene ku di rewşên xirab de ne. Wan tahliye nakin, ji ber ku ji girtiyan ditirsin. Mafên wan tê binpêkirin. Yên ku nexweş bin mafê wan ê dermankirinê heye. Lê belê dewlet li hemberî girtiyên nexweş kêrr û lal e. Divê li hemberê vê serî bê rakirin. Li Tirkiyê ne edalet ne jî hiqûq heye. Îqtîdar dixwaze ku girtiyên sîyasî li zindanan jiyana xwe jidest bidin, Loma tu tiştekî nakin.  Divê hemû gel vê rewşê bibîne û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Em vê zilmê qebûl nakin’   Melek Andîç jî bilêv kir ku ji ber rewşa girtiyên sîyasî xew nakeve çavên wê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em êdî roj bi roj xebera mirina girtiyan dibîhîsin. Ew jî nîşan dide ku wê rewş xirabtir bibe. Em vê zilmê qebûl nakin.  Divê êdî em hemû bi hev re rabin ser piyan. Bi rûniştinê tu tiş naçe serî. Heke hemû gel li dijî vê rabe ser piyan di 24 saetan de ew ê pirsgirêk were çareser kirin.”