ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-24 09:00:12   *Tendirustvana beşa perwerdeya nexweşiya Şekirê Tip 1'ê Aynur Kaya di derbarê nexweşiya zarokan û pêwîstiyên wan de axivî û wiha diyar kir:"Tîp 1 nexweşiya şekir a ku di zarokan de tê dîtin e. Di tedawiyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku di nava rojekê de em 4-6 caran tiliyên wan qul dikin. Li hemberî qulkirinê em weke tendirustvan daxwaza cîhaza bi sansor a ku bêyî qulkirinê şekir dipîve dikin. Pêwîst e cîhaz ji aliyê dewlet û SGK'yan ve werin pêşwazîkirin." DÎMEN HEYE   * Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, diyar kir ku pêkhatina Konreya "Berbi Diyalogek Kurdî-Erebî ya Serkeftî" ya li Bexdayê ji bo têkiliya di navbera kurd û ereban girîng e û got: "Heke ev kongre pêşbikevin dê li Iraqê derfetekê baş bê afirandin û dê siyasetê jî bi xwe re bigûherîne." BI DÎMEN    *Jinan bal kişandin ser rewşa girtiyan, gotin bila girtiyên nexweş bên berdan  û banga bila li hemberê vê zilmê gel hêza xwe bi yek kin û rabin ser piyan kirin. DÎMEN HEYE   *Dayika Hamza Encu yê hat qetilkirin Kadriye Encu ya ku em wê ji têkoşîna wê ya edaletê ya di Komkujiya Roboskî de nas dikin, heta jiyana xwe ji dest da jî li benda darizandina kiryaran bû. Niha jî keça wê Aysel Encu têkoşîna edaletê ya ku nîvco mayî dewr girtiye. BI DÎMEN    *Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê yek ji qirkirina herî mezin a sedsala 21’ê hat jiyîn. Baweriya Êzidiyan bi destpêkirina olên yekxweda bi hezaran salane hedef tê girtin. Ji sedsala 7’an û şûnde îslamiyet ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê belav bû, li hember baweriyên din Êzidîtiyê zext pêk anî. Civaka Êzidî bû hedefa rêxistina DAIŞ’ê jî, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, sirgunkirin, jin li bazaran hatin firotin. Hîna bi sedan jinên di destê DAIŞ’ê de ne hene. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ