Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 15 roj in didome 2021-12-23 16:55:34     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Wanê 15 roj in didome. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û DBP'ê hatin serdana çalakiyê.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê betalkirin ve li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 15'emîn de berdewam dike. Îro aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên wanê hatin serdana çalakiyê.    Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Denîz Oztekîn di serdanê de axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullhah Ocalan û got: "Polîtîkayên tecrîdê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li hemberî girtiyan nêzikatiyeke dijminatiyê heye."   Piştre Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: "Li hemberî tecrîdê û li hemberî binpêkirina mafên girtiyan berxwedanek heye. Em soz didin hevalên xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Kesek nikare Gelê Kurd û jina kurd bitirsîne. Em polîtîkayên qirêj ên li hemberî kurdan qebûlnakin."