Li Zirganê êrîş berdewam in 2021-12-23 09:56:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên duh ên dewleta tirk de yên li ser Zirganê, 7 kes birîndar bûn.   Êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Zirganê dewam dikin. 7 kesên ku li gel êrişan jî malên xwe neterikandin, di encama êrişan de birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.   Ji êvarê virve jî di encama êrîşên ku hatin kirin de hat ragihandin ku Fatma Elî Mehbûb (35) birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya li Hesekê.   Êrişên li ser gundên Dada Ebdal, Rebîat û Muheremê jî li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin bi giranî berdewam dikin û hat ragihandin ku duh êvarê jî di êrîşên hatine kirin de 4 kesî jiyana xwe ji dest daye.