ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'Ê 2021-12-23 09:00:22   *Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Ji vir şûnde ya divê bê kirin, ew e ku demildest girtiyên nexweş bên berdan.” DÎMEN HEYE   *Di 18’ê kanûnê de bi hezaran kedkar li mîtînga Qada Îstasyonê li dijî qeyrana aborî hatin gel hev û dengê xwe bilind kirin. Jinên ku tevli mîtîngê bûn banga îstîfayê li hikûmetê kirin. DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkoşîna jinan a salekê û atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku jinan di 2021’ê de têkoşîn mezin kiriye û 2021 destpêka  dawîbûna deshtilatdariyê ye. DÎMEN HEYE   * Di 10’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de edalet hêj jî pêk nehatiye. Îktîdara AKP’ê ku digot “Di serdema me de qetlîamên kiryarên nediyar nîn in”, Roboskî bû destpêka gelek komkujiên ku “kiryarên wan diyar in.”