Li Wanê du malbatên din tevli 'Nobeta Edaletê' bûn 2021-12-22 16:51:12     WAN - "Nobeta Edaletê" ya ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin di roja 14'emîn de berdewam dike. Endamên Komeleya STAR'ê ku çûn serdana malbatên piştevaniya xwe bi malbatan re ragihandin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê betalkirin ve li Baroya Wanê hatiye destpêkirin di roja 14'emîn de berdewam dike, îro jî Komaleya Jinan a STAR'ê ku li Wan û navçeyên wê xebatên x we didomîne, mêvanê malbatan bû. Seroka Komeleya Jinan a STAR'ê Parêzer Dîlan Kunt Ayan di serdana çalakiya nobedê ya ku 2 malbatên din jî lê amade bûn de destnîşan kir ku daxwazên xizmên girtiyan ên di warê maf û azadiyan de daxwazên mirovî ne.   'Berxwedan wê bi ser bikeve'   Endama Komeleya Jinan a STAR'ê Rojbîn Bor diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya nobedê ya bi pêşengiya dayikan hatiye destpêkirin û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê maf û azadiyên bingehîn hatine binpêkirin. Me mirina bi guman a Garîbe Gezer dît. Me êrîşa nîjadperestî ya ku dema Aysel Tûglûk di merasîma cenazeyê dayika xwe de bû lê hatibû kirin dît.  Em berxwedana dayikan û Gelê Kurd dizanin. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Em bi dayikan re ne."   'Dengê girtiyan bibihîzin'   Dayika girtiyê bi navê Nejdet Abî Meryem Abî ku beşdarî çalakiya nobedê bû jî got, “Kurê min di encama îxbarekê de hat girtin, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne. 45 sal ceza lê hat birîn. Pirsgirêka mîdê ya kurê min heye. Weke dayikekê ez niha li vir im. Dengê girtiyan bibihîzin.  Em edalet û wekheviyê dixwazin. Em zarokên xwe tenê nahêlin."   'Divê dayik negirîn'   Dayika Girtiyê bi navê Hişyar Abî Zehra Abî jî got: “Kurê min 9 meh in di girtîgeha Meletiyê de ye. Weke dayikekê ez bang li her kesî dikim. Bila piştgiriya me bikin. Ez hemû malbatên girtiyan vedixwînim vir. Bila ew jî werin. Bila girtîgehan vekin. Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn."