'Em ê heta dawiyê bibin dengê girtiyan' 2021-12-22 15:07:56     MÊRDÎN - Bi pêşengiya DBP’ê de partiyên siyasî û komeleyan têkildarî tecrîdê li ber deriyê Baroya Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka DBP’ê Seval Gulmez di daxuyaniyê de bal kişand ser nobetên edaletê yên ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin û got ew ê heta dawî li gel malbatên xwe bin û ew ê bibin dengê girtiyan.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan û li ser hemû girtiyên siyasî tê meşandin li ber deriyê Baroya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê, Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya  Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Nebediyan (MEBYA- DER), Komeleya Alikariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan û pêkhateyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘Bi milyonan kes di nava lêgerînê de ne’   Di daxuyaniyê de destpêkê hevserokê giştî yê DBP’ê yê Amedê Hayretîn Altun axivî û wiha diyar kir:“Li gelek deveran li dijî tecrît û binpêkirinên mafan nobetên edaletê hatine destpêkirin. Ev lêgerîna edaletê her roja diçe zêdetir dibe. Ji Malbata Şenyaşar heyanî dayikên me yên girtiyên siyasî bi milyonan kurd di nava vê lêgerînê de ne. Em jî îro xwesteka xwe nû dikin û heya em bi dest bixin jî em ê di nava têkoşînê de bin.”   ‘Em tecrîdê qebûl nakin'   Li pey wê jî Hevseroka giştî ya DBP’ê a Amedê Seval Gulmez axivî û wiha got: “Bûyerên di girtîgehê de û tecrîda tê jiyîn ji siyasetê ne bê bandor e. Ev darbeyek li dijî aştî, demokrastî û siyaseta kurd e. Mirina Garîbe Gezer û girtiyên din qetlîam e. Ew nêzîkatiyên li Garîbe hatine kirin rewşa edaletê eşkere dike. Em li hemberî vê bê dadiyê berteka xwe bi lêv dikin û bila baş were zanîn ku em ê hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heya dawî jî piştgiriya malbatên xwe yên ku nobeta edaletê dane destpêkirin bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindan” bi dawî bû.