Nobeta edaletê di roja 37’an de ye: Edalet ji bo her kesî divê 2021-12-22 14:16:49     AMED - Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo serbestberdana nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin dest pê kir, di roja 37'an de dewam dike.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên betalkirin hatibû destpêkirin di roja 37'an de berdewam dike. Îro jî Rêxistina Bajara Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad(TJA) û gelek rêxistinên sîvîl yên Amedê serdana malbatan kirin.    Di destpêkê de Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Amedê Seval Gulmez axivî û destnîşan kir ku demokrasî û edalet ji bo hemû gelan pêdiviyek bingehîn e. Seval, wiha axivî: “Binpêkirina mafan ku li girtîgejan tê kirin di heman demê de helwestek li dijî hemû gelên erdnigariya Kurdistanê ye. Îro bi tunehesibandina demokrasî û edaletê re bi hezaran girtî terkî mirinê hatine kirin. Her wiha ez bang li sazî û rêxistinên navneteweyî dikim ku bila çav û guhê xwe vekin. Ji hemû binpêkirin û bêhiqûqîyan re çavê xwe vedikin lê çima ji bo kurdan heman helwestê nîşan nadin. Em ê ji bo pêkanîna edalet û demokrasiyê têkoşîna xwe re berdewam bikin. “   Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Amedê Hayrettîn Altun jî wiha axivî: “Dayikan li vir xebatek bêhempa dest pê kirine. Em ligel dayikan e. Hûn li ku bin em li wê ne. Di encama wê têkoşîna ku bi salan e tê destpêkirin de dayikan û bi giştî jinan gelek berdelên mezin dane. Li girtîgehan têkoşînek bêhempa tê meşandin, li derve jî bi pêşengtiya dayik û xizmên girtiyan ev têkoşîn tê meşandin. Bila baş bê zanîn ku em ji têkoşîna xwe paşve gavê navêjin.”   Di dawiyê de jî xizmên girtiyan daxwazên xwe anîn ziman û banga piştgiriya ji bo nobetê kirin.