ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'Ê 2021-12-22 09:00:16   *Parêzera Baroya Şirnexê Fîlîz Olmez, bal kişand ser zextên li hemberî girtiyan û got: "Li girtîgehan di bin navê ‘ewlehiyê’ de polîtîkayên bêhiqûqî tê meşandin. Dewlet mecbûre ku li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmzekiriye tevbigere. Sûcê wan çi dibe bila bibe divê mafên girtiyan bê parastin." BI DÎMEN    *Li Erdîşê der barê Erdal Işikçi yê derket holê ku Multazim Işikçik ku hatibû îdia kirin ku întîhar kiriye de, ji sûcê ‘ji qestî hevjîna xwe kuştiye’ îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de di îfadeyên cih girtin de derket holê ku Multazim her tim şîdeta sîstematîk dîtiye.   *Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 26’ê kanûnê de wê 3’yemîn Kongreya Asayî pêk bînin û beriya kongreyê endamên Koordînasyona Jinên Ciwan axivîn û gotin ji bo bêjin "Niha dema ciwanan e" ciwanan vexwendiyê Amedê dikin. BI DÎMEN    * Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya girtiye û  girtiyên jin yên ligel wê bi hev re kovara kurdî ya bi navê ‘Tevn’ derxistin.