Pêkhateya em bi hev re bi hêz in, ji bo girtiyan qert şand 2021-12-21 15:13:47     ÎZMÎR - Pêkhateya em bi hev re bi hêz in a Îzmîrê, ji bo girtiyan qertên sersalê şand.   Pêkhateya em bi hev re bi hêz in a Îzmîrê, ji bo jinên di girtîgehan de qertên sersalê bi rê kir. Jinên li 2'yemîn Şaxa Egitim Senê ya Îzmîrê hatin gel hevdu li qertan nivîsa "Em wekî xwişkên we yên ji pêkhateya em bi hev re bi hêz in a Îzmîrê, dibêjin ku di dema ku em ber bi sersalê ve diçin de em we bi  hestên bi hêvî û bi rêhevalî hembêz dikin" nivîsandin.   Jinan piştre ji Postaneya Karşiyakayê qert şandin.