Ev cara 11'emîn e ku ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar tê kirin 2021-12-21 12:54:15     RIHA - Ev cara 11'emîn e ku ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar a 288 roj in "Nobeta Edaletê" didomîne, tê kirin   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin di roja 288'an de didome. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li "Qoziya edaletê ya malbata Şenyaşar" ya li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Piştî demeke kurt polis hatin cem malbatê û bi hinceta "heqaret li peywirdarê cemaweriyê" kiriye ji bo ku îfadeyê bide dozgeriyê cara 11'emîn Emîne Şenyaşar vexwendin edliyeyê.    Hat hînbûn ku ji ber gotinên wê yên di roja 241'ê de ku bi seromê hatibû ber edliyeyê û di roja 245'emîn de ku zêdetirî 100 Dayikên Aştiyê hatibûn serdana wê Emîne Şenyaşar vexwendine îfadeyê.    Ji bo îfadeyê derbasî edliyeyê bûn   Kurê Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vexwendina îfadeyê ya dayika xwe da û got ku wê dayika bersiva "Kê hevjîn û 2 kurên min kuşt" bide hemû pirsên li dozgeriyê jê bên pirsîn. Dayik û kurê xwe ji bo îfadedayînê bi parêzerên xwe re derbasî edliyeyê bûn.    Parvekirina li ser hesabê medyaya sanal   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal jî Waliyê Rihayê Abduûllah Erîn, Wezîrê Edaletê Abdûlhamît Gul, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba etîket kir û ev parvekirin kir: "Em qerisandina li ber Edliyeya Rihayê tercîhê rûniştina li malê ya di bin zilmê de dikin. Bila ev jî şerma qalkirina hiqûq û edaletê ya li Tirkiyeyê be."