Nobetên edaletê li her derê ne 2021-12-21 09:04:28   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Li Tirkiye û bajarên herêmê kesên bi bêdadiyê re tên rû hev ji bo edalet pêk bê, gumanbar bên darizandin bi salane têdikoşin û têkoşîna xwe dibin nobetên edaletê. Bi pêşengiya jinan çalakiya nobetê ya malbatan pêl bi pêl belav dibe.   Li bajarên Tirkiye û herêmê tekoşîna edaletê didome. Edaleta ku darazê ji bîr kiriye, ji bo ji nû ve bê ser vê axê jin têdikoşin. Gel û bi taybet jin, êdî edaletê ne li ‘Qesrên edaletê’ li kolanan lê digerin.   Pêşengên lêgerîna edaletê Dayikên Plaza de Mayo   Têkoşîna Daikên Plaza de Mayo, piştî darbeya leşkerî ya li Arjantînê ku muxalîf, şoreşger û komînîst hatin qetilkirin û windakirin, derket holê. Têkoşîna 14 jinên ku zarok, hevjîn, keçên xwe winda kirin daxwaz dikirin agahî der barê zarokan wan de bê dayin, di 30’ê Nîsana 1977’an de li Qada Plaza de Mayo dest pê kir. Di wê dema ku her kes ditirsiya ku biaxivin de, jin her pêncşemê li Plaza De Mayo hatin gel hev.  Dayikên Plaza De Mayo, ji bo lêgerîna edaletê bûn pêşeng.   Lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê   Li Tirkiyeyê jî Dayikên Şemiyê ku têkoşîna dayikên Plaza De Mayo mînak girtin, piştî ku Hasan Ocak di bin çavan de hat windakirin, dayika wî Emîne Ocak ji bo kurê xwe bibîne têkoşîn da û gihişt cenazeyê wî, dest pê kir. Ev ji bo dayikan bû hêvî û di 27’ê Gulana 1995’an de tevî hemû zext û êrîşan li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Dayikên Şemiyê hîna têkoşîna xwe didomînin.    Di 5’ê Sibata 2011’an de serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir û soza dîtina windayan da dayikan. Lê ev nehat cih. Di serî de Dayika Berfo û gelek dayikên din bêyî ku soza hatiye dayîn bê cih bibînin, jiyana xwe ji dest dan. Dayikên ku negihiştin zarokên xwe, niha zarok û neviyên wan têkoşîna wan dimeşînin. Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe bernadin.    Li Êlih û Amedê lêgerîna edaletê ya xizmên windayan   Xizmên Windayan jî wek Dayikên Şemiyê têkoşîn meşandin. Xizmên windayan ji bo zarok û xizmên xwe yên di salên 90’î de hatine windakirin li Amed û Êlihê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin gumanbar bên darizandin’ bi salane dengên xwe li qadan bilind dikin. Li Êlihê bi hevkariya Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê ji 31’ê Sibata 2009’an heta niha çalakî her hefte li ber Abîdeya Mafê Mirovan didome û 507 hefteye tên gel hev. Li Amedê jî dîsa bi heman armancê ev 67 hefteye li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu têkoşîn tê dayîn. Polîsan gelek caran êrîşê malbatan kirin, walîtiyê qedexe kir. Lê tevî her tiştî heta îro hatin.   ÎHD ji bo girtiyên nexweş bi salane dibêje edalet   Bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan bi salan e li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyanî û çalakî pêk tên. ÎHD’a Îzmîrê bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş ji 2011’an heta niha ji du hefteyan carekê li ber Konak Sumerbank a Berê tên gel hev û bi dirûşma ‘ji girtiyên nexweş re azadî’ çalakiyê pêk tînin. ÎHD’a Stenbolê jî di Çileyê 2012’an de li Mecîdiyekoy, Kadikoy û Bakirkoyê di saetên şevê de hatin gel hev û di 2013’an de jî dîsa bi heman armancê her şemî hatin gel hev û bi navê ‘rûniştina F’ çalakî pêk anîn.  Li Enqereyê jî ji 14’ê Sibata 2013’an heta niha Însîfiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş li Kolana Sakarya û Yukselê hatin gel hev û bi pandemî û OHAL’ê re jî li avahiya ÎHD’ê daxuyanî hatin dayîn.   Roboskê 120 meh in li bende edaletê ye   Li Qilaban a Şirnexê li gundê Roboskê di 2011’an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) ve 17 jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin. Komkujiyê di kanalên nêzî hikûmetê de cih negirt û piştre jî di Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a  TBMM’ê de Komîsyona Binî ya Qilabanê hat avakirin. Endamên vê lijneyê tevî ku gotin ‘dîmen pir zelal in. Li ber çavan hatine qetilkirin’ jî ji Serokatiya Fermandariya Giştî di 7’ê Çileyê 2013’an de di doza hat dîtin de îdia kir ku endamên TSK’ê peywira xwe anîne cih û biryara neşopandinê dan ser dosyayê. Parêzerê dosyayê Tahîr Elçî di encama kiryarnediyar de hat qetilkirin. Komeleya Ji bo Roboskê Ji bo Edaletê Aştî (ROBOSKÎ-DER) di 2017’an de bi KHK’ê hat girtin.   Abîdeya Roboskê ya li Amedê jî ji aliyê qeyûm ve hat parçekirin û rakirin. Hewldana Ji bo Roboskê Edalet jî her hefte di 28’ê mehê de li ÎHD’a Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê dide. Hewldan ev 120 meh in ji bo cezakirina berpirsan edaletê dixwazin.   Edaleta ji bo Pirsûsê nehatiye   Di 2015’an de ciwanên  dixwestin ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin û çûn navçeya Pirsûs a Rihayê, rastî êrîşa DAIŞ’ê hatin û 33 ciwan hatin qetilkirin. Malbatên ciwanan heta îro daxwaza edaletê anîn ziman. Malbatan di 2015’an de însiyatîfa malbatên Pirsûsê ava kirin û  siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl jî Platforma Edaletê ya ji bo Pirsûsê ava kirin. Malbat û endamên platformê heta 20’ê mehê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyaniyê didin. Malbat diyar dikin ku heta gumanbar neyên girtin û cezakirin wê têkoşîna wan bidome.   Têkoşîna edaletê ya Enqereyê   Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hember Mîtînga Aştî, Demokrasî û Kedê ya Gara Enqereyê êrîş pêk anî û di êrîşê de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Tevî 6 sal derbas bûye jî edalet pêk nehatiye û hêza li pişt komkujiyê nehat aşkerakirin.    Malbatan di 2016’an de 10 Ekîm Der ava kirin.    Dayika Emîneyê bi destên xwe axê dikole û li edaletê digere   Her çiqas wezîrê dadê Abdulhamît Gul bêje ‘edliye deriyên edaletê ne’ jî Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li 287 roj in li ber Edliyeya Rihayê ‘nobeta edaletê’ didomînin. Beriya hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an li Pirsûs a Rihayê parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar di êrîşê de du kurê xwe û hevjînê xwe winda kir û kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndar xilas bû. Emîneyê li ser vê di 9’ê Adarê de li ber edliyeyê dest bi nobetê kir û  piştgiriya ji bo Emîneyê gelek zêde ye. Emîneyê tevî her tiştî dest ji edaletê bernade û çalakiya wê ji malbatên din re jî dibe îlham.   Di mehekê de 3 nobetên edaletê hatin destpêkirin   Li Tirkiye û bajarên herêmê çalakiyên nobetên edaletê her diçin zêde dibin. Di mehekê de li sê bajarên cuda nobetên edaletê hatin destpêkirin. Bi armanca girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan malbatan  li Baroya Amedê nobeta edaletê girtin û di roja 36’an de ye. Li Wanê jî dîsa bi heman armancê hat destpêkirin û di roja 11’an de didome. Li Enqereyê jî dê û bavê Umut Gunuz yê 19 salî ku di 15’ê Tîrmeha 2020’an de,  Çagdaş Şenyuz yê bi alkol bi wesayîta xwe lê xist û rê li ber mirina wî vekir û ne girtî tê darizandin, jî li ber meclîsê dest bi nobeta edeletê kirin û di roja 12’an de didome.    Çalakiyeke din ya wek vê jî di 11’ê Mijarê de li ber edliyaya Stenbolê ya Çaglayanê pêk hat. Malbatên Platforma Edeletê ava kirin gotin ‘Em mexdûrên pergala bê dad, êdî dibêjin bes e û edeletê dixwazin’. Di nava malbatan de malbatên Rabîa Naz Vatan, Berkîn Elvan, Pinar Gultekîn, Burak Ograş, Umut Gunduz, Oguz Arda Sel, Zeynep Arslan û gelekên din tevlî bûn.   Di çapemeniya civakî de têkoşîna edaletê   Her wiha li aliyê din li ser çapemeniya civakî jî lêgerîna dadê didome.  Mînak ji bo gumanbarên Şulet Çet bên cezakirin jinan têkoşîn dan û bi saya têkoşîna jinan gumanbar Berk Akand û Çagatay Aksu hatin cezakirin.  Her wiha jinan dîsa ji bo Melek Îpek ya ku rastî îşkenca gumanbar hat û parastina cewherî pêk anî jî, têkoşîn meşandin û di encama têkoşîna wan de Melek Îpek tahliye bû.  Yanî jin dest ji jiyana xwe bernadin û li her qadê dengê xwe bilind dikin û hewl didin edaletê pêk bînin. Lê ji bo Îpek Er ya rasti tecawizê hat û piştre întîxar kir, Gulîstan Doku  ya ku ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha agahî jê nayê girtin, xwendekara zanîngeyê Feray Şahîn ya ji aliyê polîs Fatîh Burak Aykul ve di 19’ê îlona 2017’an de li Mersînê hat qetilkirin, lêgerîna edaletê didome.