ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-21 09:00:08   *Jinên Efrînî yên ku li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê dijîn, derbarê qutkirina darên zeytûnê ya ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve axivîn. Jinan bal kişandin ser talankirina xwezaya Efrînê û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker li Efrînê darên zeytûnan dibire û xwezayê talan dike." DÎMEN HEYE   * Hatîce Înal li Gundikê Melî bi şixulandina firinê debara xwe dike û zarokên xwe pê xwedî dike. Hatîceyê ku bi karê xwe li bajarokê bûye mînak, bi hewldana xwe hişmendiya ku jin nikare kar bike guhert. Ji bo Hatîceyê xwestek girîng e û got: "Dema jin bixwaze dikare bi ser keve." BI DÎMEN    *Li Tirkiye û bajarên herêmê kesên bi bêdadiyê re tên rû hev ji bo edalet pêk bê, gumanbar bên darizandin bi salane têdikoşin û têkoşîna xwe dibin nobetên edaletê. Bi pêşengiya jinan çalakiya nobetê ya malbatan pêl bi pêl belav dibe.